BI DÎMEN

Li Viyanayê êrîşa li ser Çapemeniya Azad hat protestokirin

Welatiyan li Viyaniyê zextên li ser Çapemeniya Azad protesto kirin û dirûşma "Hûn nikarin heqîqetê bitepisînin" berz kirin.

ÊRÎŞÊN  LI SER ÇAPEMENIYA AZAD PROTESTO KIRIN

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamentoya Awûstûryayê civiyan û çalakî li dar xistin.


Çalakiya ji aliyê DEM-KURD’ê ve hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Girseyê pankartên "Belçîka, hûn nikarin heqîqetê bitepisînin" û "Li dijî sansûr û zilmê: piştevaniya çapemeniya Kurd" hilgirtin û dirûşma "Çapemeniya Azad biparêze" berz kirin.

Nûnerên FEY-KOM, Civaka Azad û ATÎK'ê daxuyaniyên ku amade kiribûn xwendin û dirûşmên "Hoch die internationale Solidarität", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.