Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan derket 16 kesan

Hat ragihandin ku di erdheja mezin a ku hefteya borî li Taywanê pêk hat de hejmara miriyan derket 16 kesan.

Di 3’yê Nîsanê de li Taywanê bi pileya 7,4 erdhej qewimî. Di emcama erdehejê de 16 kes mirin û zêdeyî 1100 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navëya Shakadang ê Hualien a rojhilatê Taywanê ku navenda erdhejê ye, di bin keviran de cenazeyên nû hatin derxistin. Hat ragihandin ku 3 kes jî winda ne.

Serokdewletê Taywanê Tsai Ing-wen roja Çarşemê çû Hualienê, spasiya tîmên rizgarkirinê kir û soza alîkariya bilez da.

Tsai got, "Hemû kes hefteya çûyî pir xebitîn û ji bo hewildanên we gelek spas.

Ligel ku rayedar xebatên sererastkirina rêyan û vekirina tunelên girtî didomînin, tê gotin ku ji ber şimitîna axê nêzî 40 kes hê jî asê mane.

Erdheja 3’yê Nîsanê piştî erdheja 7,6 ya ku di sala 1999’an de li Taywanê qewimî, erdheja herî mezin bû.

Di sala 1999’an de di erdheja herî mezin a dîroka giravê de 2 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.