Spanya ji bo ku dewleta Fîlîstînê were naskirin, li piştgiriyê digere

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez hewl dide welatên Ewropayê li dora fikrê naskirina dewleta Fîlîstînê kom bike. Sanchez diyar kir ku ev yek ‘di berjewendiyê Ewropayê de ye jî’.

NASKIRINA DEWLETA FÎLÎSTÎN

Serokwezîrê sosyalîst di axaftina xwe de xîtabî parlamenterên Spanî kir û got: “Civaka navneteweyî hebûna dewleta Fîlîstînê nas nake, lewma nikare alîkariya wê bike.”

Sanchez diyar kir ku ev ji bo ‘berjewendiya jeopolîtîk a Ewropayê ye jî’ û car din destnîşan kir ku Madrîd ji bo vê yekê ‘amade’ ye. Lê têkildarî vê yekê Sanchez dîrokeke teqez diyar nekir.

Sanchez heftiya borî serdana Urdun, Siûdî Erebistan û Qatarê kiribû, heman daxuyanî ji çapemeniyê re dabû.

Lîderê sosyalîst ji bo naskirineke bi vî rengî ya ji aliyê hikûmeta Spanî ve, weke dîrokeke muhtemel qala dawiya Hezîranê kiribû.

Spanyayê di sala 1986’an de têkîliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re ava kir. Di sala 2014’an de di dema hikûmeteke muhafazakar de, naskirina dewleta Fîlîstînê ji aliyê hemû komên siyasî yên di Parlamentoyê de tên temsîlkirin ve hate qebûlkirin, lê dewama wê pêk nehat. Biryara Spanyayê jî ya naskirina dewleta Fîlîstînê li ser vê esasê ye.

Lê ji meha Mijdarê û vir ve Sanchez qala naskirineke bi vî rengî dike û dixwaze bi dewletên din ên endam re bi rengekî koordîneyî tevbigere.