Li Derya Spî trajediya koçberiyê: 9 mirî, 15 winda

Li peravên Maltayê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî winda bûn.

Tîmên Ewlekariya Peravî ya Îtalyayê ragihandin ku ji keştiya noqî binê avê bû 23 kes hatin rizgarkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA), trajedî li peravên Sar ên Maltayê rû da. Hate ragihandin ku 6 koçberên hatin rizgarkirin ên rewşa wan giran e, sewqî nexweşxaneyek li girava Lampedûsayê hatin kirin.

Li gorî agahiyan, di trajediyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan zarokeke di navbera 4 û 8 salî de ye.

Tevahiya şevê tîmên peravê li windayan geriyan. Li gorî gotinên kesên sax man, 15 kes hîn winda ne ku 3 ji wan zarok in.

Ji Gîne, Bûrkîna Faso, Malî û Peravên Diranên Fîlan 46 koçber êvara Yekşemê ji peravên bajarê Safakesê yê Tûnisê bi rê ketibûn.