Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Li gorî DYE'yê Îran wê di demeke nêz de 'êrişa mezin' bibe ser Îsraîlê

Li gorî ajansa Bloombergê, îstîxbarata Emerîkayê texmîn dike ku Îran û komên hevalbendên wê 'di demeke nêz de wê êrişeke mezin' bibin ser Îsraîlê.

Çavkaniyekî bênav ê nêzî îstîxbarata Emerîkayê ji Bloombergê re got, pirs ne ew e ku ev êriş wê bê kirin ya neyê kirin, pirs ew e ku êriş wê kengî bê kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji fermandariya Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn wê generalek 11'ê Nîsanê roja Pêncşemê li Îsraîlê li ser rewşa dawî nirxandinê bike.

Li gorî medya Emerîkayê Axîosê, generalê Emerîkî Erîk Kûrîlla tevî Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant wê bi gelek efserên artêşê re jî hevdîtinê bike.

Îsraîlê di 1'ê Nîsanê de êriş biribû ser konsolosxaneya Îranê ya li Şamê û tevî heft endamên Muxafizên Şoreşê 16 kes kuştibû. Di êrişê de ji generalên payebilind ên Hêza Qûdsê ya Îranê Mûhammed Riza Zahedî jiyana xwe ji dest da. Lîderê olî Alî Hamaney çend caran soz da ku wê 'Rejîma siyonîst bê cezakirin'.

Serokê DYE'yê Joe Bîden roja Çarşemê piştgiriya xwe ya 'na heje' ya ji bo Îsraîlê dubare kir. Bîden li Qesra Spî bi Serokwezîrê Japonyayê Fûmîo Kîshîda re civîna çapemeniyê lidar xist û piştrast kir ku Îran "gefê li Îsraîlê dixwe ku êrîşeke girîng bide destpêkirin."

Bîden got, "Mîna ku min ji Serokwezîr Benyamîn Netanyahû re jî got, li hemberî van gefên Îranê û hevalbendên wê, dilsoziya me ya bi ewlekariya Îsraîlê re naheje" û wiha dewam kir, "Dubare dikim: bêdudilî. Ji bo parastina ewlekariya Îsraîlê çi ji destê me bê em ê bikin."

Îsraîlê jî sîstema xwe ya parastinê xurt kir û xwe ji senaryoyên cuda re amade kir. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê roja Çarşemê ev hişyarî dabû: "Eger Îran ji xaka xwe êrîşê bike, Îsraîl wê bersivê bide û êrîşî Îranê bike."

Ji ber vê rewşa aloz, Rêya Hewayî ya Elman Lûfthansayê di êvara Çarşemê de ragihand ku seferên ber bi Tehranê ve betal kirine.