Navê Tevgera Sedr guherî û bû Tevgera Neteweyî ya Şîa

Li gorî daxuyaniya ku bi îmzeya Muqteda Sedİr hatiye îmzekirin, navê Tevgera Sedir weke Tevgera Neteweyî ya Şîa hatiye guhertin.

Li gorî nûçeya çapemeniya Iraqê, belgeyek ku îmzaya Muqteda Sedir li ser heyî hatiye belavkirin. Di belgeyê de tê gotin, navê Tevgera Sedir hatiye guhertin.

Li gorî belgeyê navê Tevgera Sedir bi navê Tevgera Netewî ya Şîe hatiye guhertin.

Di Hezîrana sala 2022’yan de Sedir fraksiyona xwe ji parlamentoyê vekişand û biryara ji qada siyasî durketinê girt. Piştre ragihand ku beşdarî tu hilbijartinên dema bê nabin.

Di rojên dawî de Tevgera Sedir û parlementerên wê yên ku ji parlementeriyê îstifa kiribûn civînên girseyî pêk anîn.

Koma Sedir a bi serokatiya Muqteda Sedir li Parlamentoya Iraqê di Hezîrana 2022an de biryara vekişîna ji qada siyasî dabû. Tevgera Sedir di daxuyaniya xwe ya piştre de diyar kir ku wan biryar daye ku beşdarî hemû hilbijartinan nebin.