CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Nîjeryayê di nava du salan de bêhtirî 10 hezar kes hatin kuştin
Li gorî raporek ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate weşandin, hate ragihandin ku di nava van du salên dawî de bêhtirî 10 hezar kes di êrîşên komên cîhadî û çeteyên çekdarî hatine kuştin. -
Îsraîl dagirkeriya xwe berfireh dike
Wezîra Maliyeyê ya Îsraîlê Bezalel Smotrich, ragihand ku li Şerîaya Rojava ya ku hatiye dagirkirin wê 22 wargehên nû yên cihûyan bên avakirin. -
Îsraîl: Serokê Hamasê yê li Xezeyê hate kuştin
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku serokê Hamasê yê li Xezeyê Muhammed Sinvar hatiye kuştin. -
Li Xezeyê di 24 saetan de 58 kes hatin qetilkirin û 179 kes birîndar bûn
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî li ser Xezeyê de herî kêm 58 kes hatin qetilkirin û 179 kes jî birîndar bûn. -
Li ser sînorê Tayland û Kamboçyayê şerekî demkurt
Hate ragihandin ku leşkerên Tayland û Kamboçyayê roja Çarşemê li ser sînor gule berdane hev û tiştek bi kesî nehatiye. -
Trump ji Kanadayê re got: Bibe eyaleta 51'ê ya DYE'yê, hingî Quba Zêrîn belaş e
Serokê DYE'yê Donald Trump careke din zext kir ku Kanada bibe eyaleta 51'emîn a Emerîkayê û pêşniyar kir ku bi vî rengî ji mertalê parastina fuzeyan bê pere sûdê werbigire. -
CPJ: Şerê Xezeyê ji bo rojnamevanan bû dema herî kujer
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ragihand ku ji Cotmeha 2023'an û vir ve li Xeze, Şerîa Rojava, Îsraîl û Lubnanê herî kêm 181 xebatkarên medyayê û rojnamevan hatin kuştin. -
Rayedarên Îranî û Iraqî li Moskowê li hev civiyan, li ser PKK'ê axivîn
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Ekber Ahmediyan li Rûsyayê li hev civiyan û li ser biryara fesixkirina PKK'ê axivîn. -
300 nivîskarî ji bo Xezeyê gotin ‘komkujî’ û banga agirbestê kirin
Nêzîkî 300 nivîskarî ku Annie Ernaux a xelatgira Nobelê ya Edebiyatê û Jean-Marie Gustave Le Clezio jî di nav de ne, di danezaneke Rojnameya Liberation a bi Fransî de rewşa li Xezeyê weke ‘komkujiyekê’’ pênase kirin û banga agirbesta bilez kirin. -
Li Îranê dadgerek dema diçû kar hat kuştin
Hate ragihandin ku li Îranê dadgerek roja Sêşemê li bajarê Şîrazê dema diçû ser karê xwe hate kuştin. -
Ji bo Fîlîstînê li WHO'yê serketina sembolîk
Şandeya Fîlîstînê bi biryara li Civata Giştî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hate qebûlkirin re maf bi dest xist ku ala rêxistinê bilind bike. -
Li Nîjeryayê li sê gundan zêdeyî 30 kes hatin kuştin
Li eyaleta Benue ya Nîjeryayê di nava sê rojan de li sê gundên cuda di êrîşan de herî kêm 30 kes hatin kuştin. -
Li Helebê êşkence li dadgerekî hate kirin: Daraz di grevê de ye
Hate hşnbûn ku hêzên "ewlehiyê" yên girêdayî hikûmeta Şamê li bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrîşî dadgerekî kirin û êşkence lê kirin. -
Merz: Zirarên Îsraîlê yên li ser sivîlan êdî bi Hamasê re nayê rewakirin
Şansolyeyê Elmanyayê Friedrich Merz têkildarî êrîşên dawî yên Îsraîlê li ser Xezeyê fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku zirara ku li sivîlan hatiye kirin êdî bi şerê li dijî Hamasê nayê rewakirin. -
Rûsya bi gelek dronan êrîşê Ûkranyayê kir
Rûsya ji sala 2022’yan û vir ve êrîşa herî berfireh a hewayî pêk anî. 355 balafirên bê mirov (ÎHA) li hemberî Ûkranyayê bikar anî. -
Baca gumrikê heya 9’ê Tîrmehê hate rawestandin
Serokê DYE’yê Donald Trump û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursala Von der Leyen, wextê rawestandina baca gumrikê ya ku DYE’yê plan dikir li Yekîtiya Ewropayê bisepîne heya 9’ê Tîrmehê dirêj kirin. -
Li Xezeyê di êrîşa li dijî dibistanekê de bêhtirî 30 kes mirin
Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li dijî dibistaneke li Xezeyê de, herî kêm 33 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Îsraîl, îdîa kir ku ew ‘terorîstên pêşeng’ hedef girtine. -
Li Iraqê krîza avê giran dibe: Di asta herî nizm a 80 salên dawî de ye
Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku rezervên avê yên li welêt di asta herî nizm a 80 salên dawî de ye. -
Di hilbijartinên Venezuelayê de partiya Maduro bi ser ket
Li Venezuelayê deh meh beriya hilbijartinên serokatiyê, partiya Serokdewlet Nicolas Maduro di hilbijartinên xwecihî û qanûndanînê yên 25'ê Gulanê de bi ser ket. -
Îsraîlê êrîş bir ser dibistanê: Herî kêm 20 kes mirin, 60 kes birîndar bûn
Li gorî Parastin Sivîl a Fîlîstînê Îsraîlê di wextê şefeqê de êrîş bir ser taxa Aldaraj, di êrîşê de herî kêm 20 kes mirin û piranî jê zarok zêdeyî 60 kes birîndar bûn. -
Emerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirin
Wezareta Karên Derve ya DYE’yê ragihand ku wan pêkanînên li ser Sûriyeyê rakirine û muafiyeke 180 rojî erê kirine. -
Li Lubnanê kampên Filîstiniyan wê werin bêçekkirin
Hikûmeta Lubnanê û Rêvebiriya Filistînê ji bo bêçekkirina kampên penaberên Filistînî yên li wî welatî li hev kirin. Tê plankirin ku pêvajo di nîvê meha Hezîranê de destpê bike. -
Li Îranê krîza enerjiyê giran dibe: Qutbûna elektrîkê jiyanê ditevizîne
Îran ku ji aliyê petrol û gazê ve dewlemend e, ji ber binesaziya xwe ya lawaz û pêkanînên navneteweyî bi krîzeke giran a enerjiyê re rû bi rû ye. Qutbûna elektrîkê bandorê li milyonan mirovî dike. -
WHO’yê bang li Îsraîlê kir ku bi rehm be
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bang li Îsraîlê kir ku tavilê şerê li Şerîda Xezeyê dawî bike û bi rehm be. Di encama êrîşên tevahiya şevê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Awûstralyayê karesata lehiyê: 4 kes mirin, 50.000 kes asê man
Li rojhilatê Awûstralyayê ji ber barana tund li eyaleta Başûrê Galler a Nû lehiyên mezin rabûn.