CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Îran: YE di mijara nukleerê de dikare bibe navbeynkar!
Îranê xwest, ku Yekîtiya Ewropa di mijara danûstandinên ji bo parastina Peymana Nukleerê de di navbera wan û rêveberiya nû ya DYE'yê de bibe navbeynkar. -
Şerê li Etiyopyayê: Banga têkoşîna çekdarî li gelê Tîgre hate kirin
Nûnerên gelê Tîgre yê Etiyopyayê diyar kirin ku wê ti carî dest ji azadiya xwe bernedin û banga têkoşîna çekdarî li gel kirin. -
El Şebabê êrîşî oteleke li Mogadîşû kir: Herî kêm 5 kes mirin
Li Mogadîşûyê ya ku paytexta Somaliyê ye koma bi navê El Şebab a Îslamî êrîş bir ser otelekê. Di vê êrîşê de herî kêm 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn. -
Li Myanmarê darbeya leşkerî, Suu Kyi hate destgîrkirin
Li Myanmarê di nava 63 salên dawî de cara çaran darbe ji aliyê artêşê ve hate kirin. Lîdera Myanmarê Aung San Suu Kyi hate destgîrkirin. -
Li eyaleta Kirmanê ya Îranê erdhej
Li eyaleta Kirmanê ya li Başûrê Îranê bi pîleya 4,9 erd hejiya. -
Parêzerên Trûmp dest ji dozê qeriyan
Çend roj beriya destpêkirina doza jiwezîfegirtina serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp, hate ragihandin ku pênc parêzeran red kirine ku Trûmp biparêzin. -
Li Rûsyayê 500 alîgirê Navalnî hatin destgîrkirin
Li Rûsyayê ji bo lîderê muxalîf Aleksey Navalnî were berdan dîsa çalakî hatin kirin. Polîsên Rûs bi kêmanî 519 kes destgîr kirin. -
'Tirkiye hewl dide bi rêya Îxwaniyan armancên xwe yên li Lîbyayê pêk bîne'
Ji fermandarên Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Tumgeneral Halît El Mahjoûb got, "Hikumeta Tikr a bi desthilatdariya AKP'ê, bi rêya rêxistinbûna 'Îxwan' hewl dide armancên xwe yên li Lîbyayê pêk bîne." -
Brîtanya wê serî li Peymana Bazirganiya Serbest a Transpasîfîk bide
Brîtanya ku ji Yekîtiya Ewropayê derket, ji bo endametiyê wê serî li Peymana Bazirganiya Serbest a Transpasîfîk bide. -
Li Den Haagê xwedî li grevên birçîbûnê derketin
Li Den Haagê, ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan hatî destpêkirin çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Hindistanê li ber sefaretxaneya Îsraîlê teqîn
Li Yenî Delhî ya paytexta Hindistanê, li ber sefaretxaneya Îsraîlê teqînek çêbû, ziyan li gelek wesayîtan bûn. -
Li DYE'yê azot ji ber febrîqeyê çû: Herî kêm 6 kes mirin
Li eyaleta Georgîa ya DYE'yê, azot ji ber febrîqeyeke xurekê çû. Di encamê de gelek kes mirin. -
Iraqê ragihand ku serçeteyê DAÎŞ’ê El Îsavî kuştine
Iraqê ragihand ku serçeteyên DAÎŞ’ê yê bi navê Ebû Yaser El Îsavî kuştine. -
Li rojnameya herî girîng a Awûstralyayê îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’
Di rojnameya herî girîng a Awûstralyayê de ya bi navê The Sydney Mornîng Herald, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlaneke bi qasî rûpelekê hate weşandin. -
Rêveberiya Bîden firotina F-35 a ji bo Îmaratê rawestand
Rêveberiya Joe Bîden a DYE'yê, ji bo lêkolînkirina rêveberiya Donald Trûmp, peymana firotina balafirên şer ên F-35 ji bo Îmarat, rawestand. -
Gelo wê qetlîama li ser Tamîliyan were darizandin?
Neteweyên Yekbûyî xwest ku li Srî Lankayê qetlîama di navbera salên 2008-2009’an de ya li ser gel û gerîlayên Tamîlê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin. -
Li Lubnanê di şer de herî kêm 220 kes birîndar bûn
Li bajarê Trablûsşam a Lubnanê di roja sêyemîn de jî li hemberî krîza ekonomîk û tevdîrên koronavîrusê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di vî şerî de yê li dijî hêzên ewlekariyê 220 kes birîndar bûn. -
Li Lubnanê çalakiyên protestoyî: 45 kes birîndar bûn
Xaça Sor a Lubnanê ragihand, ku li bajarê Trablûsşamê êvara Sêşemê di şerê navbera ciwanan û hêzên ewlekariyê de herî kêm 45 kes birîndar bûne. -
Welatên G7'ê ji ber Navalny Rûsya şermezar kirin
Welatên G7'ê bi sedema ku girtina lîderê muxalî ê Rûsya Aleksey Navalny ''siyasî'' ye, Rûsya şermezar kirin, xwestin ku di xwepêşanandanan de nema kes werin girtin. -
Serokwezîrê Îtalyayê îstifa kir
Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Sergîo Mattarella kir. -
DYE’yê zextên li ser Hûsiyan da sekinandin
Rêveberiya Joe Bîden a DYE ji bo lêkolîna daxwazên rêxistinên mirovî, zextên li ser şervanên Hûsiyan ên Yemenê da sekinandin. -
Li Trablûsşamê protestoya Covîd-19: Zêdeyî 30 kes birîndar bûn
Li bajarê Trablûsşamê yê li bakurê Lubnanê, ciwan li dijî tedbîrên krîza tenuristiyê daketin qadan. Di şerê navbera ciwanan û polîsan de zêdeyî 30 kes birîndar bûn. -
Li Iraqê biryara darvekirina 340 kesî hate erêkirin
Piştî teqîna xwekujî ya li paytexta Iraq Bexdayê û şûnde, carekî din biryara darvekirina bi sedan girtiyî hate bibîr xistin. -
Forûma Civakî ya Cîhanê: Pêwîstî bi yekbûnê heye, ne bi piştevaniyê
Di Forûma Civakî ya Cîhanê de qisekeran bal kişandin ser krîza ji ber kapîtalîzmê rû daye û rola têkoşîna civakî. Her wiha destnîşan kirin ku divê her kes xwe weke beşek ji berxwedanê bibîne. -
Endonezyayê dest danî ser keştiya petrolê ya Îranê
Rayedarên Endonezyayê ragihandin ku li peravên welatên başûr rojhilatê Asyayê, bi gumana ku tranfera petrola brut a qaçax dike, du keştiyên petrolê yên Îran û Panamayê desteser kirine.