Serokwezîrê Îtalyayê îstifa kir

Serokwezîrê Îtalyayê Gîûseppe Conte îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Sergîo Mattarella kir.

Serokkomar Mattarella, serê sibehê pêşwazî li Serokwezîr kir. Conte di vê hevdîtinê de îstifaya xwe û ya hikumetê pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokkomar ji bo biryarê bide wê demekê veqetîne, hikumet jî ji bo karên rojane bimeşîne wê li ser wezîfeyê bimîne."

Hikumeta Conte salek û çar meh in li ser wezîfeyê bû. Rojên dawî îstifaya hikumetê dihate nîqaşkirin.

Tê gotin ku îstifa -yekane rêya li ber Conte bû. Piştî dengdana pêbaweriyê ya 19'ê Çileyê hikumet tengav bûbû.

Conte ku li bendê ye Serokkomar wî ji nû ve wezîfedar bike, ji sala 2018'an ve dixwaze koalîsyona sêyemîn ava bike. Tê gotin ku îstifa jî ji bo avakirina koalîsyona nû ye.