Li Trablûsşamê protestoya Covîd-19: Zêdeyî 30 kes birîndar bûn

Li bajarê Trablûsşamê yê li bakurê Lubnanê, ciwan li dijî tedbîrên krîza tenuristiyê daketin qadan. Di şerê navbera ciwanan û polîsan de zêdeyî 30 kes birîndar bûn.

Ji bo tedbîrên mayina li malê, cezayê pereyan û rewşa giran a aboriyê şermezar bikin, ciwan li bajarê Trablûsşamê yê Lubnanê daketin qadan.

Di çalakiyan de ku nîvê şevê hatin lidarxistin, polîsan bi gaza çav dişewitîne û fîşekên plastîk dest li xwepêşandanê werdan, ciwanan jî bi keviran bersiv dan.

Xaça Sor a Lubnanê ragihand ku zêdeyî 30 kes birîndar bûne û ji wan 6 kes rakirine nexweşxaneyê.

Li bajarê Trablûsşamê tedbîrên mayina li malê tê bicihanîn û hêzên ewlekariyê cezayê pereyan li gelek kesan dibirin.

Rayedaran tedbîrên mayina li malê ku 25'ê Çileyê dest pê kirin, heta 8'ê Sibatê dema wê dirêj kirin.

Li welatê ku nifûsa xwe 6 milyon e heta niha 282 hezar kes bi vîrûsa Covîd-19 ketine, ji wan 2 hezar û 400 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li Lubnanê demeke dirêj e krîzeke giran a aboriyê heye. Pereyê Lubnanê di asta rekorê de bêqîmet bûye. Her wiha bi hîper-enflasyonê û derxistina ji kar a bi rengê girseyî, krîzê girantir dike. Nîvê nifûsa welêt di nava xizaniyê de ye.