Gelo wê qetlîama li ser Tamîliyan were darizandin?

Neteweyên Yekbûyî xwest ku li Srî Lankayê qetlîama di navbera salên 2008-2009’an de ya li ser gel û gerîlayên Tamîlê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin.

Li bakur û rojhilatê Srî Lankayê gelê Tamîlê bi pêşengiya Pilingên Rizgariyê yên Tamîl Elamê (LTTE) di navbera salên 1983-2009’an de berxwedanek dabû destpêkirin. Di vî şerî de bi sed hezaran kes hatibûn kuştin. Hikumeta Srî Lankayê îxaneta navxweyî ya di nava LTTE’yê de ji xwe re kiribû firsend, piştî salên 2004’î di sala 2009’an de qetlîamên girseyî kriibû. Di Gulana 2009’an de şer qediyabû û beriya ku şer biqede bi çend mehan dihate zanîn ku bi deh hezaran sivîl hatine revandin û gelek şervan jî piştî hatibûn dîlgirtin, hatibûn kuştin.

Di wê demê de Çîn, Hindistan, DYE û Yekîtiya Ewropayê di serî de gelek welatan çavê xwe ji vê qetlîamê re girtibûn lê têkoşîna ji bo hesappirsîna li welatê Tamîlê didome. Neteweyên Yekbûyî ji bo darizandina vê qetlîamê kete nav hewldanan.

Li gorî nûçeya AFP’ê ya ku xwe spartiya raporeke Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku qetlîama li ser gelên Tamîlê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ÛCM) were darizandin.

Li gorî rapora ku hê nehatiye weşandin, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet diyar dike ku divê berpirsyar derkevin holê û ji bo aştiya di navbera her du gelan de hewldanên neteweyî negihiştiye encamê.

Di heman raporê de tê diyarkirin ku Gotaba Rajapaksa yê ku di sala 2019’an de bû Serokê Dewletê û di qetlîamên dawîn de Alîkarê Wezîrê Parastinê bû, gavên derbarê parastina mafên mirovan jî bi paş ve biriye.

Di rapora Mîchelle Bachelet de tê pêşniyazkirin ku him kesên di nav artêşa Srî Lankayê de û him jî di nav gerîlayên Tamîlê de heke mirovn sûcê şer kiribin, divê ÛCM cezayê bide wan.

Ji ber ku Srî Lankayê îmze nedaye qebûlkirina ÛCM’ê dibe ku bi tenê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî were darizandin.

Gotabaya Rajapaksa yê ku di sala 2019’an de bi qewlên nijadperest di hilbijartina seroktiyê de bi ser ketibû, diyar kiribû ku endamên artêşê yên sûcê şer kirine wê neyên darizandin. Ji ber ku di dema qetlîamê de Rajapaksa bi xwe rayedarekî herî bilind ê saziya parastinê bû.

Serokê LTTE’yê Velîpûllaî Prabhakaran jî di nav de bi hezaran gerîla hatibûn qetilkirin. Yek ji pêşengê tevgerê Karûna Amman bi hezaran gerîla veqetandibû û piştî ku îxanet ketibû nav meseleyê di sala 2004’an de bi hezaran gerîla hatibûn kuştin.

Di dema 2008 û 2009’an de gelek dewletên dinyayê piştgiriya leşkerî û siyasî dabûn û ji ber vê jî LTTE têk çûbû. Artêşa Srî Lankayê jî ber bi dawiya şer de kesên sivîl jî nav de li dijî gerîlayan qetlîamên mezin kiribû. Li gorî rapora NY di bomberdûmana artêşa Srî Lankayê de kesên sivîl bûbûn hedef. Di wan êrîşan de li nexweşxaneyan jî hatibû xistin, gelek gerîla ligel ku dîl hatibûn girtin jî piştre hatibûn kuştin.

Nifûsa Srî Lankayê 23 milyon e û ji vê nifûsê ji sedî 15-20 jî gelê Tamîlê ye. Tamîl li bakur û rojhilatê welat in û ji bo serxwebûna welatê xwe bi dehan sal in li ber xwe didin. Di salên 2000’î de gelek bajar di destê LTTE’yê de bû.