DYE’yê zextên li ser Hûsiyan da sekinandin

Rêveberiya Joe Bîden a DYE ji bo lêkolîna daxwazên rêxistinên mirovî, zextên li ser şervanên Hûsiyan ên Yemenê da sekinandin.

Wezareta Xezîneyê ya DYE diyar kir ku heta 26’ê Sibatê wê destûrê bidin hemû xebatên li ser Hûsiyan.

Wezîrê Karê Derve yê DYE Mîke Pompeo di rojên dawîn ên Donald Trûmp de diyar kiribû wan Hûsî xistine ‘lîsteya terorîst’an. Ev tevdîr berî destpêkirina peywira Bîden hatibû pêkanîn.

Li gorî vê biryarê wê zext li ser hemû kes û saziyên eleqedariya wan bi Hûsiyan heye, were pêkanîn. Rêxistinên mirovî, Neteweyên Yekbûyî diyar kiribûn ku ev tevdîr dibe sedema sekinandina alîkariya mirovî ya qada di bin kontrola Hûsiyan de.

Antony Blînken ê ku Bîden ew kiribû Wezîrê Karê Derve yê Derve hefteyek berê daxuyanî dabû û gotibû, “Ji bo ku em bizanibin vê tişta em dikin nebe astengkirina alîkariya mirovî, em ê dîsa li ser vê meseleyê bisekinin.”

Blînken diyar kiribû Joe Bîden gotibû, “Li Yemenê em ê dawî dawî li piştgiriya kampanyaya leşkerî ya Siûdî Erebistanê bînin.”

Rêxistinên mirovî diyar dikin ku paytexta Sana jî di nav de ji bo ku alîkariyê bigihînin qadên di bin kontrola Hûsiyan de, neçar dimînin ku bi wan serhildêran re bixebitin.

Li Yemenê di navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de 6 sal in şer heye. Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Siûdî Erebistanê piştgiriyê dide hêzên hikumetê.

Di şerê navxweyî yê Yemenê de ji sala 2015’an û heta gelek jê sivîl bi deh hezaran kes mirin. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.

NY di sala 2021’an de bi fikar e. Li gorî NY wê 16 milyon kes birçî bin.