Li Rûsyayê 500 alîgirê Navalnî hatin destgîrkirin

Li Rûsyayê ji bo lîderê muxalîf Aleksey Navalnî were berdan dîsa çalakî hatin kirin. Polîsên Rûs bi kêmanî 519 kes destgîr kirin.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê OVD-Înfo ku çalakiyên protestoyê dişopîne, bi kêmanî li 25 bajaran çalakî hatin kirin.

Polîsan gelek navend girtin û hewl dan ku pêşî li çalakiyan bigirin. Li gorî OVD-Înfo bi kêmanî 519 kes hatine destgîrkirin.

Dadgeha Rûs Aleksey Navalnî dîsa berneda. Tê payin ku heftiya were Navalnî derxin ber dadrês. 17'ê Çile Navalnî dema ku ji Elmanyayê vegeriya Rûsyayê hatibû girtin û derheqê wî gelek doz hatine vekirin. Li gorî parêzan dibe ku du sal û nîv ceza bidin Navalnî.

Li ser girtina Navalnî Şemiya bihurî jî bi deh hezaran kes derketibûn kuçeyan û ji 4 hezarî zêdetir kes hatibûn destgîrkirin.

Gelek hevalbendên Navalnî jî Înê li kirin hepsa navmalê. Rayedarên Rûs hişyarî dane alîgirên Navalnî û gotin heke tundî rû bide wê lêpirsînê derheqê wan were vekirin.

Li gel vê jî Navalnî Pêncşema bihurî bang li Rûsan kir, got, ''Netirsin, piranî li cem me ye. Em wan hişyar bikin.''