Welatên G7'ê ji ber Navalny Rûsya şermezar kirin

Welatên G7'ê bi sedema ku girtina lîderê muxalî ê Rûsya Aleksey Navalny ''siyasî'' ye, Rûsya şermezar kirin, xwestin ku di xwepêşanandanan de nema kes werin girtin.

Wezîrên Karê Derve yên welatên G7'ê Brîtanya, DYE, Elmanya, Fransa, Italya, Japonya û Kanadayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Aleksey Navalny, piştî ku jehrî bûbû 5 mehan li Elmanyayê tedawî bûbû û vegeriyabû Rûsyayê, ji ber dozên derheqê wî hatibû girtin. Bi qasî 3 hezzr û 900 kesî ku ji bo destekê bidin Navalny tevlî xwepêşandanan bûn hatin destgîr kirin, derheqê van eksan 15 dozên cezayê yên cihê hatibûn vekirin.


Di daxuyaniya hevpar de ku li Brîtanyayê ya ku seroktiya demê ya G7'ê dike, hate gotin ,''Welatên G7'ê girtina Aleksy Navalny ya ji ber sedemên siyasî şermezar dikin'', bi berdewamî li ser girtina çalakgerên ku vê girtinê şermezar dikin jî hate gotin, ''cihê fikaran e.''

Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin destwerdana polîsan a li ser alîgirên Navalny weke, 'astengkirina azadiya derbirîn'ê hate dîtin.