Li Lubnanê di şer de herî kêm 220 kes birîndar bûn

Li bajarê Trablûsşam a Lubnanê di roja sêyemîn de jî li hemberî krîza ekonomîk û tevdîrên koronavîrusê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di vî şerî de yê li dijî hêzên ewlekariyê 220 kes birîndar bûn.

Li gorî saziya Agahiyên Neteweyî di roja Çarşemê de di şer de 226 kes birîndar bûne.

Hêzên ewlekariyê jî li ser twîtterê daxuyanî dan û diyar kirin ku yek jê bi giranî 9 birîndarên wan hene.

Roja Çarşemê jî şer piştî nîvro dest pê kir. Çalakgeran molotofkokteyl avêtin hêzên ewlekariyê û hêzên dewletê jî gaza îsotê avête çalakgeran. Çalakger piştre ketin avahiya walîtiyê.

Li gorî rêxistina Xaça Sor a Lubnanê roja Sêşemê bi şev 45 kes û roja Duşemê jî 30 kes birîndar bûbûn.

Li Beyrûdê jî ya ku paytext e çalakgeran li pêşiya dîwarê di navbera Qada Rîad El Sulh û parlementoyê agir bi tekeran xistin.

Bajarê Trablûsşamê yê li bakurê welat yek ji bajarê herî hejar ê Lubnanê ye. Bi şewba koronavîrusê re ev rewş girantir bû.

Li Lubnanê krîzeke giran a ekonomîk heye. Nîvê welat hejar in. Tê diyarkirin ku vê krîza niha ya ekonomîk piştî bidawîbûna şerê navxweyî ya di navbera salên 1967-1990’î de krîza herî giran e.