Li Lubnanê çalakiyên protestoyî: 45 kes birîndar bûn

Xaça Sor a Lubnanê ragihand, ku li bajarê Trablûsşamê êvara Sêşemê di şerê navbera ciwanan û hêzên ewlekariyê de herî kêm 45 kes birîndar bûne.

Li dijî astengiyên ji ber krîza tenduristiyê, ciwan roja Sêşemê careke din daketin qadan.

Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk dest li xwepêşandana werdan, çalakgeran jî bi molotof kokteylan û keviran bersiv dan hêzên ewlekariyê.

Şeva Duşemê jî herî kêm 30 kes birîndar bûbûn.

Yek ji mezintirîn bajarê bakurê Lubnanê Trablûsşam, ji bajarên herî xizan ên Lubnanê bû. Bi şewba vîrûsa koronayê re rewş girantir bû.

Beşeke mezin a şêniyên bajarê Trablûsê li gorî tedbîrên mayina li malê tevgeriyan. Hêzênewlekariyê jî cezayê pereyan li gelek kesan birîn.

Rayedaran dema tedbîrên mayina li malê ku 25'ê Çileyê dest pê kirin heta 8'ê Sibatê dirêj kirin.