Forûma Civakî ya Cîhanê: Pêwîstî bi yekbûnê heye, ne bi piştevaniyê

Di Forûma Civakî ya Cîhanê de qisekeran bal kişandin ser krîza ji ber kapîtalîzmê rû daye û rola têkoşîna civakî. Her wiha destnîşan kirin ku divê her kes xwe weke beşek ji berxwedanê bibîne.

Forûma Civakî ya Cîhanê, ku diviyabû li Meksîkayê bihata lidarxistin, ji ber şewbê îsal onlîne pêk tê. Nûnera Tevgera Jinên Kurd jî di nav de axaftina destpêkê ji aliyê 5 kesan ve hate kirin.

Forûma ku 23'ê Çileyê dest pê kir wê heta 31'ê Çileyê dewam bike. Bi sedan tevgerên civakî wê li hev bicivin û li ser 'cîhaneke cuda' û alternatîfan biaxivin.

Ji her devera cîhanê tevgerên civakî, partiyên siyasî yên pêşverû, tevgerên jinan, aktîvîstên hawirdorê û ekolojî û tevgerên ciwanan wê di çarçoveya forûmê de çalakî û atolyeyên cihêreng li dar bixin.

Kurdîsh Network (Tevna Xebatê ya Kurd), Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Tevgera Jinê jî wê beşdarî panel, atolye û semînerên li ser mijarên cuda bibin.

Nûnera Ewropayê ya Kongreya Star Rohash Shexo wê li panela bi mijara "Tundiya li jinê ku amûreke şer e" biaxive û balê bikişîne ser amûrên tundiya dijî jinê û rê û rêbazên têkoşîna li hemberî tundiyê.

Berdevka Komîsyona Têkiliyên Derver ya KNK'ê Nîlufer Koç jî wê di bin sernavê "Bi tifaq û diyalogê pêşîgirtina li şer" biaxive.

Di panela "Femînîzm, civak û cihêrengiyê" de jî wê yek ji berdevkên REPAK'ê Meral Çîçek biaxivin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Amînata Dramane Traore (Wezîra berê ya Malî), Lûîz Înacîo Lûla da Sîlva (Wezîrê berê yê Brezîlyayê), Mîrîam Mîranda (Hondûrasî), Melîke Yaşar (Tevgera Jinên Kurd), Yanîs Varoûfakîs (Endamê Platforma Pêşverû ya Navneteweyî û wezîrê berê yê Yewnanistanê), Leyla Xalid (Şoreşgera Fîlîstînî), Ashîsh Kotharî (aktîvîsta alternatîf a gerdûnî ya Hindistanê) hate kirin.

'PEWÎSTIYA ME BI PÊNASEKIRINÊN NÛ HEYE'

Ji Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar diyar kir ku bi şewbê re hatiye xwestin, mekanîzmayên kontrolê bên mezinkirin û got, "Em Kurd ne xerîbê vê ne." Yaşar bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û got, "Gelek dewlet û sîsteman bi bikaranîna DAÎŞ'ê xwestin mekanîzmayên kontrolê ava bikin. Bi qanûnên antî terorê re xwestin pêvajoyê bi kêrî xwe bi kar bînin."

Melîke Yaşar anî ziman ku jin hêza herî girîng a li dijî sîstemê ne û got, "Di mijara kolonyalîzmê de pêwîstî bi pênaseyeke nû heye. Divê ne tenê dagirkirina welat û xakê bê dîtin, her wiha mêtingeriya li dijî jinê jî bê dîtin. Pêwîstî bi pênaseya nû ya enternasyonal heye. Divê mirov piştevaniyê berbiçav bikin. Ne tenê silavkirina têkoşînê, divê em bibin parçeyê têkoşîna hev. Divê piştevanî û enternasyonalîzm ji nû ve bên nirxandin. Ya ku em hewl didin li Rojava bikin jî ev e. Bi rêya DAÎŞ'ê xwestin ku şoreşa Kurdistanê bêdeng bikin. Gelên ku xwe li dora paradîgmaya Rêbertî bi rêxistin kirin, nêrîneke enternasyonalîst a gelan afirandin."

Yaşar diyar kir ku ew pêşniyara "Konfederasyona Gelan" dikin û got, "Sîstem û medya kapîtalîst têkoşîna Tevgera Jinên Kurd tenê weke têkoşîna çekdarî derxist pêş. Têkoşîna me ya çekdarî tenê ji sedî 10 e, ji sedî 90'ê wê têkoşîna civakî û têkoşîna zîhniyetê ye."

Endamê Platforma Pêşverû û Wezîrê Maliyeyê yê berê yê Yewnanistanê Yanîs Varoûfakîs bi silavkirina Têkoşîna Jinên Kurd dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku sîstem dixwaze aborî û civakê kontrol bike û divê ew çalakiyên hîn xurtir li dar bixin.