Şerê li Etiyopyayê: Banga têkoşîna çekdarî li gelê Tîgre hate kirin
Nûnerên gelê Tîgre yê Etiyopyayê diyar kirin ku wê ti carî dest ji azadiya xwe bernedin û banga têkoşîna çekdarî li gel kirin.
Nûnerên gelê Tîgre yê Etiyopyayê diyar kirin ku wê ti carî dest ji azadiya xwe bernedin û banga têkoşîna çekdarî li gel kirin.
Li herêma Tîgre ya Etiyopyayê, ku welatekî li rojhilatê Efrîkayê ye, xelkê Tîgre bi nifûsa xwe ya ji 7 milyonî, piştî Oromoyan, Amharayan û Somaliyan çaremîn koma herî mezin a etnîkî ye.
Ev xelk li herêma Tîgreyê bi rengekî xweser xwe bi rê ve dibe. Eniya Rizgariya Gel a Tîgreyê (TPLF) ku ji bo serxwebûna vî gelî têdikoşe, mehên derbasbûyî bi artêşa federal a Etiyopyayê re dest bi şerekî giran kir ku hîn jî dewam dike. Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed bi daxuyaniyekê got, "me ew têk bir". Lê belê tevî ku paytexta Tîgre Mekeleyê kontrol dikin jî, şer dewam dike.
LÎDERÊ TPLF'Ê JI BO TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ BANG KIR
Serokê Herêma Tîgreyê ku di 13'ê Mijdara 2020'î de di nava atmosfera şer de ji aliyê Konseya Federal a Etiyopyayê ve ji wezîfeyê hate dûrxistin û lîderê TPLF'ê Debretsîon Gebremîchael ragihandin ku wê têkoşîna çekdarî mezin bikin.
Gebremîchael di peyameke xwe ya bi dîmen de ku çend roj berê hate weşandin, ji bo têkoşîna çekdarî bang kir. Gebremîchael got, "Em di nava berxwedaneke demdirêj de ne."
Di peyama navborî de hate ragihandin ku serweriya artêşa Etiyopyayê ya li herêma Tîgreyê 'serweriyeke demkî' ye.
DAXWAZA LÊPIRSÎNA LI SER SÛCÊN ŞER
Debretsîon Gebremîchael di peyama xwe de her wiha ragihand ku tevî artêşa Etiyopyayê artêşên Erître û Somalî jî êrişî wan kiriye û milîsên Amharayê jî êrişên xwe dewam kirine.
Lîderê gelê Tîgreyê bang li civaka navneteweyî jî kir. Di peyamê de hate xwestin ku ji bo darizandina Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed û Serokdewletê Erîtreyê Îssayas Afeworkî, her wiha yên weke wan sûcê şer kirine, lêpirsîn bê destpêkirin.