Li Iraqê biryara darvekirina 340 kesî hate erêkirin

Piştî teqîna xwekujî ya li paytexta Iraq Bexdayê û şûnde, carekî din biryara darvekirina bi sedan girtiyî hate bibîr xistin.

Serokkomariya Iraqê bal kişand ku biryara darvekirina 340 kesên ji bûyerên krîmînal û terorîzmê hatine mehkûmkirin, hatiye erêkirin. Ev biryar hê ne ketiye meryetê, lê her kêlî dibe bê pêkanîn.

Ev biryar piranî ji aliyê Serokkomarê berê ve hatiye erêkirin, lê di dema Berhem Salih ku ji sala 2018’an ve li ser erkê ye jî dom kir. Salih destnîşan kir ku weke kes li dijî darvekirinê ye.

Li Iraqê sala 2019’an 100 kes hatibû darvekirin. Ev jî li gorî cîhanê ji her 7 darvekirinan yek e.

Roja Pêncşemê çeteyên DAÎŞ’ê bi du êrîşên xwekujî ku li paytext Bexda pêk anî ku bû sedema mirina 32 kesan li welat bandora mezin kir. Ji sala 2017’an û vir ve êrîşên wiha li Bexda pêk nehatibûn.

Piştî êrîşa roja Pêncşemê û vir ve li ser tevnên dijîtal Berhem Salih bi sûcê ‘ne erêkirina darvekirinên’ DAÎŞ’ê tê sûcdarkirin.