Li Myanmarê darbeya leşkerî, Suu Kyi hate destgîrkirin
Li Myanmarê di nava 63 salên dawî de cara çaran darbe ji aliyê artêşê ve hate kirin. Lîdera Myanmarê Aung San Suu Kyi hate destgîrkirin.
Li Myanmarê di nava 63 salên dawî de cara çaran darbe ji aliyê artêşê ve hate kirin. Lîdera Myanmarê Aung San Suu Kyi hate destgîrkirin.
Sibeha Duşemê artêşa Myanmarê rêvebera Myanmarê Aung San Suu Kyi destgîr kir.
Tevî Suu Kyi her wiha Serokkomar Win Myint û gelek kadroyên payebilind ên partiya Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî (NLD) a li desthilatdariyê hatin destgîrkirin.
General bi rojane zextê dikirin ku îdîayên hîleyê yên di hilbijartinê de bên lêkolîn, her wiha peyam didan ku di rewşeke berevajî de wê darbeyê bikin.
Artêşê piştî darbeyê rewşa awarte ragihand û general ji bo wezîfeyên bingehîn tayîn kir.
Leşkeran li ser televîzyona dewletê NAME'yê daxuyanî dan û îdîa kirin ku ev darbe ji bo parastina aramiya dewletê pêwîst e.
Leşker sûcdariyê dikin ku komîsyona hilbijartinê 'bêsîstemiya mezin' a di hilbijartinên giştî yên meha Mijdarê de nehatine jiholêrakirin.
Li gorî artêşê, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê hilbijartin bi rengekî 'azad û wekhev' nehatiye kirin. Leşkeran diyar kirin ku herî kêm 8.6 milyon bûyerên hîleyê tespît kirine. Tê gotin ku mirovên 100 salî yan jî bi hezaran zarok weke deng dane hatine nîşandan.
Di hilbijartinê de partiya Aung San Suu Kyi LND bi dengekî bilind bi ser ketibû. Li parlamenta ku 476 kursiyên wê hene 396 kursî bi dest xistibû, her wiha ji bo lêkolînkirina îdîayên hîleyê lidarxistina rûniştineke awarte red kiribû.
Bi darbeyê re artêşê paytexta aboriyê ya welêt Rangoûnê avahiya şaredariyê kontrol kir, balafirgeha navneteweyî bloke kir.
Her wiha xeta telefon û înternetê jî asê bûye.
Paytextên Rojavayî darbe şermezar kirin. Berdevka Qesra Spî Jen Psakî got, "DYE li dijî hewldana guhertina encamên hilbijartinên dawî ye û li dijî berpirsyaran wê tedbîran bigire."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres jî destgîrkirina Aung San Suu Kyi 'bi tundî' şermezar kir û diyar kir ku ev yek derbeke giran e ku li reformên demokratîk ên li Myanmarê hatiye xistin.
Myanmar beriya niha bi 10 salan ji rejîma darbeya leşkerî derketibû. Beriya wê rejîmeke leşkerî ya nîv sed salî hebû. Piştî sala 1948'an dema ragihandina serxwebûnê û vir ve 2 darbeyên leşkerî di sala 1962 û 1988'an de pêk hatibû.
Aung San Suu Kyi di sala 1991'ê de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû. Partiya Kyi di mijara rêvebirina krîza têkildarî Misilmanên Rohîngyarê de li qada navneteweyî gelekî dihate rexnekirin. Dihate sûcdarkirin ku di dema desthilatdariya Suu Kyi de qirkirin li Rohingyaran hatiye kirin.