Li rojnameya herî girîng a Awûstralyayê îlana ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’

Di rojnameya herî girîng a Awûstralyayê de ya bi navê The Sydney Mornîng Herald, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlaneke bi qasî rûpelekê hate weşandin.

Di bin sernavê ‘Dem hatiye’ îlanek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştî ji bo Kurdistanê hate weşandin. Di wêneyê îlanê de sendîkavanên Îngîlîz wêneyên Abdullah Ocalan hildidin.

Rojnameya bi navê The Sydney Mornîng Herald di sala 1831’an de dest bi weşanê kiriye û heta niha didome. Li gorî daneyên Adara 2020’an rojane 11 milyon kes rojnameyê dixwîne.

Rojname rojane li Sydneyê tê weşandin. Bi qasî 10 milyon û 701 hezarê wê li ser qada dîjîtal û milyonek û nîvê wê jî wekî kaxiz tê firotin.

Di îlanê tê diyarkirin ku sendîkaya Brîtanyayê ya binê Ûnîte the Ûnîon ya ku milyon û nîvek endamên wê hene û sendîkaya bi navê GMB a ku 700 hezar endamên wê hene, bi bîr dixînin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hatiye girtin û di sala 2015’an de bi qasî 10 milyon kes tevlî kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye.

Di îlanê de ev tê gotin: “Ocalan ji xeynî fîgurekî siyasî ye yê ku di kare doza Kurdan çareser bike, di heman demê de xwediyê fikra konfederalîzma demokratîk a li Rojava ye. Bi saya vê modelê li vê qada ku şer lê heye, Rojava bûye sembola demokrasî û azadiyê. Li gorî fikra me bi azadbûna Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî wê li Rojhilata Navîn şer û alozî jî biqedin.”

Kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ ev demek e ji aliyê sendîkayên Kralîyeta Yekgirtî xwedî bi milyonan endam tê birêvebirin.

Sendîkayên herî mezin ên Brîtanyayê Ûnîte The Ûnîon û GMB’ê di Nîsana 2016’an de bi biryareke hevpar kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ dabûn destpêkirin. Ji wê demê û heta niha gelek sendîkayên karkeran ên ku bi sed hezaran endamên wan hene, tevlî kampanyayê bûn.