CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Madagaskarê piştî bahozê niha jî krîza mirovî
Beriya niha bahoza Batsîraîyê li Madagaskarê dabû û ji ber bahozê 21 kes miribûn. Li welat erdên birincê (medreb) tarûmar bûn û ji ber vê krîzeke mirovî heye. -
Di aşûta li Efganistanê herî kêm 19 kes jiyana xwe ji dest dan
Di encama aşûta ku li herêma çiyayî ya di navbera Efganistan û Pakîstanê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Bahoza Batsiari li Madagaskarê da: Herî kêm 10 kes mirin
Bahoza Batsirai ya li Madagaskarê bû sedem ku herî kêm 10 kes bimire, bi dehan kes jî birîndar bibin. Zêdeyî 50 hezar kes neçar man cih û warên xwe biterikînin. -
Namzetiya Hoşyar Zêbarî hat rawestandin
Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê ku PDK’ê wî weke namzetê erka serokkomartiyê dabû nîşandan û bi gendeliyê re tê sûcbarkirin rawestand. -
Katedrala ku xweliyê Tûtû lê ye, hate şewitandin
Katedrala St. George ya li Cape Townê hate şewitandin ku xweliyê Serpîskopos Desmond Tûtû lê ye, ku Tûtû yek ji sembolên têkoşîna li dijî rejîma Apartheîdê ye. -
Li gorî îstîxbarata Emerîkayê Rûsya xwe ji dagirkeriyeke mezin re kar dike
Îstîxbarata Emerîkayê îdîa kir, Rûsya ji bo ku Ukraynayê bi asteke mezin dagir bike, xwe kar dike. -
Wê Tevgera Sadr hilbijartina serokkomariyê boykot bike
Tevgera Sadrê diyar kir wê hilbijartina serokkomariya Iraqê ya di 7’ê Sibatê de boykot bike. -
Li Evûstûryayê ji ber aşîtê 5 kes mirin
Li navenda Kaşûnê ya bajarê Tîrolê ya Evûstûryayê ji ber aşîtê 5 kes mirin û kesek jî birîndar bû. -
Ji Hondurastê COPÎNH: Tirkiye dewleteke sûc e
COPÎNH diyar kir hovitiya dewleta Tirk ji ber hevkariya sûc a raya giştî ya navnetewî ye û got, ew, ''Xwedî li van mirovên wêrek derdikevin ku li gel qirkirinê jî azadiya xwe ava dikin.'' -
Piştî Macron wê Serokwezîrê Elmanyayê jî biçe Moskovayê
Qesra Kremlînê diyar kir ku wê Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di 15’ê Sibatê de biçe Moskovayê. Hefteyek piştî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron wê ev serdan pêk were. -
Moskowa û Pekîn li dijî karîgeriya DYE'yê hêzên xwe dikin yek
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi wesîleya roja pêşî ya Lîstikên Olîmpîyatê ya Pekînê bi hevtayê xwe yê Çînî re hate cem hev, li qada ewlehiya navnetewî 'vîzyona hevpar' gotûbêj kirin. -
Şefê DAÎŞ’ê yê di bin parastina Tirkiyeyê de hate kuştin
Serokê DYE’yê Joe Bîden diyar kir ku şefê DAÎŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşîmî El Kûreyşî li nêzî sînorê Tirkiyeyê di operasyonê de hate kuştin. -
Li Kongoyê di kampa koçberan de qetlîam
Li kampeke koçberan a li Komara Kongoyê ya Demokratîk bi kêran êriş hate kirin, gelek kes mirin. -
Konseya Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê prosedura binpêkirina fermî da destpêkirin
Konseya Ewropayê ji ber ku berdana Osman Kavala red kiribû, li hemberî Tirkiyeyê prosedura binpêkirina fermî da destpêkirin -
Li Ekvadorê karesata lehiyê: Herî kêm 11 kes mirin
Li paytexta Ekvador Quitoyê, ji ber barana zêde lehî rabû. Di karesatê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê bahoz rabû: kesek mir 2 kes giran bîrndar bûn
Ji ber bahoza li bakur û rojhilatê Elmanyayê kesekê jiyana xwe ji dest da û du kes jî bi giranî birîndar bûn. -
Li Meksîka û Bolîvyayê qezayên trafîkê: 24 kes mirin
Li Meksîkayê di qezayeke trafîkê de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Bolîvyayê jî otobusek wergeriya geliyekî bi kûrahiya 400 metreyî. Di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Macron û Reîsî li ser danûstandinên nukleerê axivîn
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û hempîşeyî wî yê Îranî Îbrahîm Reîsî bi rêya telefonê axivîn. -
Iraq: Li Diyalayê 9 DAÎŞ'î hatin kuştin
Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand bi êrîşa ezmanî û bejahî li sînorê Diyalayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. -
Li Bakurê Koreyê di nav mehekê de heft caran moşek hate ceribandin
Koreya Bakur moşeke herî xurt a ji sala 2017'an û wire ve ceriband. Di nav 30 rojên dawî de ev bû cara 7'an ku moşek tê ceribandin. -
Berfê li bakur rojhilatê DYE'yê jiyan tevizand
Bahoza berfê û hewa sar a li bakur rojhilatê DYE'yê trafîk asê kir. -
Iraqî û Kurd ketine qirika hev
Li Iraqê avakirina hikûmeta nû bûye krîz. Li Iraqê aliyên ji bo avakirina hikûmeta nû Sine û Şîa li hev nakin û li aliyê din jî Kurd li ser mijara posta serokkomariyê, ketine qirka hev. -
Terorîsta ku Tirkiyê perwerde kirî wê li Tûnisê êrîşa xwekujiyê bikira
Li gorî ajansa fermî ya Tûniê Wezareta Karê Navxwe ya Tûnisê ragihandiye êrîşeke terorî ku wê li herêmên turîstîk pêk bihata hatiye astengkirin. Tê diyarkirin terorîst ku şandibûn Tûnisê bi destê dewleta Tirk li Sûriyê hatiye perwerdekirin. -
Di êrişa DAÎŞ’ê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAÎŞ’ê êrişî bendeke kontrolê ya leşkerên Iraqê kir. Di êrişê de 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan. -
NY: Li Tîgrayê xwarina ji sedî 40’ê gel tune
Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir li herêma Tîgray a Etîyopyayê xwarina ji sedî 40’ê gel tune.