Piştî Macron wê Serokwezîrê Elmanyayê jî biçe Moskovayê
Qesra Kremlînê diyar kir ku wê Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di 15’ê Sibatê de biçe Moskovayê. Hefteyek piştî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron wê ev serdan pêk were.
Qesra Kremlînê diyar kir ku wê Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz di 15’ê Sibatê de biçe Moskovayê. Hefteyek piştî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron wê ev serdan pêk were.
Berdevkê Kremlînê Dmîtîrî Peskov diyar kir ku wê di 15’ê Sibatê de Serokwezîrê Elmanyayê biçe serdanê.
Peskov diyar kir wê serdan li ser ‘muzakereyên dualî’ be. Roja Duşemê jî wê Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî wê ji bo hevdîtina bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn biçe Moskovayê.
Serokwezîrê Elmanyayê beriya serdana Rûsyayê jî wê di 14’ê Sibatê de biçe Kîevê ya ku paytexta Ûkraynayê ye û wê bi Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky re rûnê.
Elmanya û Fransa di krîza Ûkraynayê de wekî du dewletên qasid in. Tê diyarkirin Macron û Scholz dixwazin aloziya di navbera Rûsya û welatên rojava de kêm bike.
Di demên dawîn de alozî zêdetir bû. Moskovayê li ser sînorê Ûkraynayê bi deh hezaran leşker bi cih kir. DYE û NATO’yê jî hêza xwe ya leşkerî ya li herêmê zêdetir kir.
Qesra Kremlînê diyar kiribû divê mirov baweriyê bi sûcdariyên DYE neyne. Emerîkanan diyar kiribûn ku Moskova ji bo hincetê ji dagirkeriyê re bibîne, dixwaze vîdeoyeke sixte ya êrişê çêbike.
Moskova jî diyar dike ku heke NATO dev ji polîtîkaya xwe ya berfirehbûnê berde û ji welatên cîranên Rûsyayê vekişe wê krîza li dora Ûkraynayê kêm bibe. Welatên rojava vê daxwazê red dikin û ji bo domandina diyalogê peyaman didin.