Berfê li bakur rojhilatê DYE'yê jiyan tevizand

Bahoza berfê û hewa sar a li bakur rojhilatê DYE'yê trafîk asê kir.

Li New Yorkê, bayê dijwar, serma û seqem trafîk asê kir. Li hin taxên bajêr bi qasî 30 santîmetreyî berf bilind bû.

Hin kargeh hatin girtin. Li eyaletên New York û New Jerseyê rewşa awarte hate ragihandin. Waliya New Yorkê Kathy Hochul ji şêniyên bajêr xwest ku çûn û hatinê kêm bikin.

Li Long Islan a li bakurê New Yorkê berf gihîşt 25 sanîtmetreyî. Seferên trenê yên li herêmê heta astekê rawestiyan. Li gorî medya xwecihî jinek di wesayita xwe de mir.

Servîsa Meteorolojiyê ya Neteweyî hişyarî da ku bayê bi hêza 80 heta 120 kîlometreyî saetê, wê li bakur rojavayê DYE'yê bixe û liv û tevgerê rawestîne.

Ji ber bahoza berfê, 3500 seferên balafiran roja Şemiyê hatin betalkirin, sibeha Yekşemê jî ji niha ve 700 seferên balafiran betal kiriye.