Li Kongoyê di kampa koçberan de qetlîam
Li kampeke koçberan a li Komara Kongoyê ya Demokratîk bi kêran êriş hate kirin, gelek kes mirin.
Li kampeke koçberan a li Komara Kongoyê ya Demokratîk bi kêran êriş hate kirin, gelek kes mirin.
Êrîş li eyaleta Îturiyê pêk hat. Hate diyarkirin li kampa Djûgûyê bi kêran êrişek hatiye kirin û herî kêm 40 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rêxistinên civaka sivîl herî kêm 50 kes mirine.
Vê êrişê dixin stûyê milîsên Codeco (Kooperatîfa Pêşveçûnê ya Kongoyê) yên ku li hemberî civaka Hemayê êrişan dikin û îddîa dikin ku ew berjewendiyên civaka Lendûyê diparêzin.
Di dawiya Mijdar û serê Kanûnê de jî di nava 8 rojan de li vê herêmê herî kêm 123 kesên sivîl hatibûn kuştin.