Konseya Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê prosedura binpêkirina fermî da destpêkirin
Konseya Ewropayê ji ber ku berdana Osman Kavala red kiribû, li hemberî Tirkiyeyê prosedura binpêkirina fermî da destpêkirin
Konseya Ewropayê ji ber ku berdana Osman Kavala red kiribû, li hemberî Tirkiyeyê prosedura binpêkirina fermî da destpêkirin
Ligel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara berdana Osman Kavala dabû, Tirkiye Kavala bernade. Ji ber vê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryareke din da.
Di serê meha Kanûnê de li hemberî Tirkiyeyê ‘prosedura binpêkirinê’ hatibû destpêkirin. Qonaxa duyemîn a prosedurê dan ber dengdanê û bi dengekî zêde hate qebûlkirin.
Konseya Ewropayê piştî Azerbaycanê cara duyemîn biryareke wisa dide.