Moskowa û Pekîn li dijî karîgeriya DYE'yê hêzên xwe dikin yek

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi wesîleya roja pêşî ya Lîstikên Olîmpîyatê ya Pekînê bi hevtayê xwe yê Çînî re hate cem hev, li qada ewlehiya navnetewî 'vîzyona hevpar' gotûbêj kirin.


Her wiha piştî lihevrûniştina Serokkomarê Çînî Xî Jînpîng û Pûtîn daxuyaniyeke hevpar jî hate qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de ,li dijî rola NATO û AUKUS'ê ku li Ewropa û Asyayê  bi karîgeriya Emerîkayê bûne tifaqên leşkerî helwest hate nîşandan û hate gotin, ''aramiyê tevdidin''

Herdu welatan diyar kirin ew li dijî wê ne ku ,''paşerojê NATO berfireh bibe'' û  helwest nîşandan ku, ''DYE li herêma stratejîk a Hînt-Pasîfîkê tesîreke negatîf li aştiyê û aramiyê dike.''

Pûtîn û Jînpîng diyar kirin ew ji ber avakirina tifaqa leşkerî AUKUS'ê ku sala 2020'an di navbeyna DYE, Kralîteya Yekbûyî û Ewûstûryayê de hatî avakirin, mitaleyan dikin.