NY: Li Tîgrayê xwarina ji sedî 40’ê gel tune

Bernameya Xurekan a Dinyayê (WFP) ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir li herêma Tîgray a Etîyopyayê xwarina ji sedî 40’ê gel tune.

Li herêma Tîgrayê ya ku xwarin kêm e û ji ber şeran alîkarî nagihêje wir, rewşa gel xerabtir bûye.

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî roja Înê daxuyanî da û diyar kir ku stoka xwarinan qediyaye û ew neçar in bi peyatî alîkariyên mirovî bigihînin wir.

WFP’ê diyar kir ku xwarina ji sedî 40’ê gel tune û got “Ji ber ku xwarin û xurek kêm dibin, malbat neçar in xwarinê hindik bixwin.”

Li herêma Tîgrayê 14 meh in di navbera hikumeta fedral û Eniya Azadiya Gel a Tîgrayê şer heye.

NY diyar dike herêma Tîgrayê ya ku nifûsa wê şeş milyon e, bi awayekî ‘de fakto’ di bin dorpêçê de ye.