Ji Hondurastê COPÎNH: Tirkiye dewleteke sûc e

COPÎNH diyar kir hovitiya dewleta Tirk ji ber hevkariya sûc a raya giştî ya navnetewî ye û got, ew, ''Xwedî li van mirovên wêrek derdikevin ku li gel qirkirinê jî azadiya xwe ava dikin.''

Gelên xwecih û jinên cîhanê, li dijî êrîşên komkuj ên dewleta Tirk ku dibe ser her devera Kurdistanê , peyama, ''em li cem we ne'' didin Kurdan.

Li dijî êrîşan helwest û peyama piştevaniya bi gelê Kurd e, vê carê ji gelê xwecih ê herêma Intîbûca ya Honduras Esperanza hat.

COPÎNH (Konseya Sivîl a Gelên Xwecih) ku ji bo mafê siyasî, civakî, çandî, aborî yên gelên xwecih ên li Hondurasê bêne naskirin têdikoşe, li dijî êrîşên dewleta Tirk peyama şermezarkirinê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em bombeyên dewleta Tirk, ku dewleteke sûc e, şermezar dikin. Em van êrîşan ku ji bo berxwedana gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe têdikoşin ji holê were rakirin, qebûl nakin.

Êrîşên ku dewleta Tirk a faşîst 1'ê Sibatê bi hevdemî anî ser Rojava, Mexmûr û Şengalê em qebûl nakin. Em dizanin ev ji ber hevkariya sûc a bêdengiya raya giştî ya navnetewî ye. Bêdengiya li bara berxwedana bêhempa wê civaka ku tê xwestin bîra wê were tinekirin, nasnameya wê tê înkarkirin û xaka wê hatî dagirkirin, tê maneya hevkariya sûc a bi hêzên hegemon re.

Em COPÎNH xwedî li berxwedana van mirovên wêrek derdikevin ku li dijî qirkirina hêzen herî mezin ên cihanê azadiya xwe ava dikin, xwedî derdikevin, êşa xwîşk û birayên xwe ku di şerê neheq de jiyana xwe ji dest dane, jidil bi gelê Kurd re dijîn.

Em hevrêyên xwe yên Kurd ku ji bo yekîtiya gelan têkoşîna jiyana azad didin, hembêz dikin.''