Şefê DAÎŞ’ê yê di bin parastina Tirkiyeyê de hate kuştin

Serokê DYE’yê Joe Bîden diyar kir ku şefê DAÎŞ’ê Ebû Îbrahîm El Haşîmî El Kûreyşî li nêzî sînorê Tirkiyeyê di operasyonê de hate kuştin.

Serokê DYE’yê Joe Bîden diyar kir li Atme ya li herêma Îdlîbê ya Sûriyeyê ye, hêzên taybet ên Emerîkan di operasyonekê de şefê DAÎŞ’ê kuştine.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di operasyonê de 13 kes hatine kuştin. Bîden jî diyar kir tiştek bi leşkerên Emerîkan ên di operasyonê de nehatiye.

El Kûreyşî ketibû şûna Ebûbekir El Bagdadî yê ku di Cotmeha 2019’an de di qadeke di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatibû kuştin.

DAÎŞ’ê piştî kuştina Bagdadî bi awayekî fermî diyar kiribû ku şefê wan ê nû Ebû Îbrahîm El Haşîmî El Kûreyşî ye.

ANF’ê di sala 2020’an de ji çavkaniyên pêbawer û mikurhatinên çeteyên DAÎŞ’ê hinek agahî bi dest xistibû. Li gorî van agahiyan El Mewla ji aliyê Tirkiyeyê dihat parastin. El Kûreyşî demeke dirêj li Tirkiyeyê dijiya. ANF’ê di 13’ê Sibata 2020’an de nûçeyek weşandibû û diyar kiribû şefê nû yê DAÎŞ’ê di dawiya sala 2017’an de ji Îdlîbê çûye Tirkiyeyê. Li gorî heman çavkaniyan şefê nû yê DAÎŞ’ê di wê demê de bi qasî salekê ji Tirkiyeyê dernediket. Li Dîlok û Enqereyê biryargehên wan hebû û piranî li Dîlokê dima.

Piştî ku dewleta Tirk di 1’ê Sibatê de êrişî Şengal, Mexmûr û Rojava kir, DYE ev operasyon kir. Nehate hînbûn ku di kuştina şefê DAÎŞ’ê de bazarî hatine kirin an na.