Iraq: Li Diyalayê 9 DAÎŞ'î hatin kuştin
Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand bi êrîşa ezmanî û bejahî li sînorê Diyalayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.
Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand bi êrîşa ezmanî û bejahî li sînorê Diyalayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.
Ofîsa Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê di daxuyaniyek ragihand, artêşa Iraqê, polîsên federal û hêzên asîmanî yên Iraqê li devera Uzam a ser bi parêzgeha Diyale li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dane destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di encama operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, sê ji wan nasnameyên Lubnanî li ser bûn û destê wan di kuştina 11 efser û leşkerên Iraqê de hebûn.
Her wiha hat diyarkirin di operasyonê de çend cihên ku çeteyan xwe têde di veşartin jî hatine xerakirin.