Serê salê li Cizîrê hat pîrozkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serê salê bi coş hat pîrozkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê li avahiya komeleyê serê salê pîroz kir. Rêxistina HDP’ê ya bajêr û navçeyê û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

Bername bi axaftina Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belekê Cahit Akil dest pê kir. Akil xwest ku ev sal bibe sala azadî û aramiyê û got: "Çanda Kurdan gelek dewlemend e. Em dixwazin ku vê çanda xwe bidomînin. Dar li ser koka xwe şîn dibe. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd xwedî li çanda xwe derdikeve. Sersal ji bo ku mirov hin armanca bide pêşiya xwe destpêka hin tiştan e. Em hêvî dikin ku sala 2023’yan bibe wesîleya jiyaneke aram û azad.”

Piştî axaftinan bername bi stranên Kolektîfa Awazên Azad û helbestwxendinê berdewam kir.

Bernameya serê salê bi gerandina govendê bi dawî bû.