Wênevan Evran jiyana xwe ji dest da

Mamosteyê wêneyan Ozgur Evran doh li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Mamosteyê wêneyan Ozgur Evran ku di Pêşbirka Xelatên Rojnamevanê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter de di beşa karîkaturê de 3 caran hêjayî xelatê hate dîtin û xwedî albûmeke muzîkê ye, doh êvarê li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Hate îdîakirin ku Ozgur Evran dawî li jiyana xwe aniye.

WÊNEYÊ HOVÎTIYA DEWLETA TIRK ÇÊKIRIBÛ

Ozgur Evran wêneyê hovîtiya dewleta Tirk çêkiribû ku hestiyê Hakan Arslan di kîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatibû kirin.

Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya TOKÎ ya li Seyrantepeyê têne kirin.