Pirtûka ‘Gatayên Zerdeşt’ derket

Weşanxaneya Sîtavê, pirtûka ‘Sirûdên Herî Kevnar ên Kurdî-Gatayên Zerdeşt’ çap kir. Pirtûk bi Kurmancî, Kirmanckî û Avestayî hate çapkirin.

Pirtûka Gatayên Zerdeşt, ji beşa Gatayan a Avestayê pêk tê. Di pirtûkê de Gata bi zimanê Avestayî hatine nivîsîn. Piştre her Gata bi tîpên Latînî bi Kurmancî û Kirmanckî peyv bi peyv hatine nivîsîn. Di hema demê de bi Kurmancî û Kirmanckî wateya wê ya giştî jî hatîye nivîsîn. 

Yanî her Gatayek, hem bi Kurmancî hem bi Kirmanckî, hem peyv bi peyv hem jî bi giştî bi zimanê îro, bi awayekî herikbar hatiye nivîsîn.