Koma Ma Muzîkê wê li gelek bajaran konseran bide

Koma Ma Muzîkê wê li Amed, Enqere, Îzmîr û Stenbolê konseran bide.

Koma Ma Muzîkê ya ku gelek muzîkjen û hunermend tê de cih digirin û bi hemû zarayên Kurdî stranan distrê, wê li Amed, Enqere, Îzmîr û Stenbolê konseran li dar bixe.

Bernameya konserên Koma Ma Muzîkê wisa ye;

Di 21’ê Çileyê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê,

 Di 23’yê Çileyê de li Navenda Çandê ya Bariş Manço a Stenbolê,

Di 26’ê Çileyê de li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Îzmîrê,

Di 30, 31’ê Çileyê û 1’ê Sibatê de jî li Şanoya Bajêr a Amedê wê konseran bide.