Bernameya meha Çileyê ya ŞanoWanê eşkere bû

Di meha Çileyê de wê lîstikên şanoyê li ŞanoWanê were lîstin. Di heman demê de wê 2 rojan jî wê di çarçoveya Rojên Sînemayê de fîlm werin nîşandan û konser were dayîn.

ŞanoWan a ku li Wanê komeke şanoyê ye di meha Çileyê de wê li ser sahneya wê lîstikên şanoyê were lîstin, di çarçoveya Rojên Sînemayê de wê fîlm were nîşandan û konser were dayîn.

Bernameya meha Çileyê ya ŞanoWanê wisa ye

Di 14’ê Çileyê de lîstika şanoyê ya bi navê ‘Morî’, di 15-16’ê Çileyê de lîstika ‘Haylo dîsa tevlîhev bû’, di 21-22’ê Çileyê de lîstika ‘Seyrana li çeper', di 29’ê Çileyê de lîstika ‘Kûçikê Stalîn’ wê were lîstin.

Di 19-20’ê Çileyê de wê di çarçoveya Rojên Sînemayê de fîlmên ‘Her mal dibistanek’, ‘Vejîna perperokê’, ‘Çerx’ û ‘Evîn di rûyê qirkirinê de’ were nîşandan.

Di 23’ê Çileyê de jî wê Berfîn Aktay konserekê bide.