Li Amed û Êlihê wê serê salê were pîrozkirin

Li Amed û Êlihê wê bi bernameyeke çandî serê salê were pîrozkirin.

Serê salê ku êvara 13’ê Çileyê ye ji aliyê Kurdan ve tê pîrozkirin. Wê îsal jî li gelek bajaran bi çalakiyên çandî were pîrozkirin.

AMED 

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê jî di 13’ê Çileyê de bi boneya ‘Sersala Kurdan’ li Eywana Dawetê ya Avayê ku li Semta Dîclekenta Peyasa Amedê ye wê pîrozbahiyekê bike.

Di pîrozbahiyê de wê hunermend Hediye, Kadîr Çat û dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê  derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin. 

ÊLIH

Bernameya li Êlihê wê li Eywana Dawetê ya Elegance ya li Taxa Korikê were lidarxistin. Di pîrozbahiyê de wê hunermend Aram Serhat, Şêrzat, Evîn Batî, Koma Sorjiyan, Omer Yeşîl, Baran Çelebî, Kolektîfa Rîtmên Azad û dengbêj stran û klamên xwe bibêjin.