Li Silopiyayê Roja Dengbêjên Jin hate lidarxistin

Şaredariya Silopiyayê li Eywana konferansan a Şaredariyê Roja Dengbêjên Jin li dar xist.

Şaredariya Silopiya ya Şirnexê di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, li Eywana Konferansan a şaredariyê Roja Dengbêjên Jin li dar xist. Dengbêj Hediye Kalkan, Dengbêj Xalîde û Dengbêj Mizgîn Turan di dîwanê de cihê xwe girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aşitiyê, aktîvîstên TJA’yê û Komeleya Çand û Hûnerê jî tev li bernameyê bûn.

Piştî klaman, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, axivî. Fîdan, spasiya jinên dengbêj kir û wiha got: “Me xwest ku em bernameyeke cuda çêbikin. Ji ber ku herî zêde jin êşan dikêşin. Her roj rastî tundiyê tên û tên kuştin. Lê jin di berxwedana xwe de gav paşve neavêjin.”

Piştre parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser rola jinan a di hûnera kurdî de. Îmîr, ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd dîroka çanda xwe bi awazên kurdî nivîsand. Jinan bi deng û awazên xwe ev çand heta roja me anîn. Lê mixabin keda jinan, hûnera jin her tim hatiye veşartin. Her klamek bi navê zilaman hatiye sazkirin. Lê bi awazên van hevrêyan, ev hûner derdikeve pêşiya me. Kesên ku vê keda pîroz didin, em şagirtên wan in. Ji ber ku hûnera me hebûna me ye. Di her qadê de ev sedsal dê bibe sedsala jinan. Êrîşên li ser jinan tên kirin, ne yek alî ye, piralî ye. Wê jin di hilbijartinê de bersivê bide van êrîşan. Kesek nikare pêşiya jinên Kurd bigire.”