Romîna Sîdo: Keman bûye parçeyek ji jiyana min

Endama Akademiya Mûzîkê ya Kantona Efrînê Romîna Sîdo, bi kemana xwe di nav şert û mercên şer ên dijwar de li ber xwe dide û dibêje,”Keman bûye parçeyek ji jiyana min.”

Ramîna Sîdo ya 20 salî, yek ji ciwanên gundê Çolaqa ya navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ye û piştî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker, neçar ma tevî malbata xwe berê xwe bide Kantona Şehbayê. Ramîna Sîdo ya ku bi amûra Kemanê êşên koçberiyê vedibêje diyar dike ku, ew ê di her şert û mercê de li ber xwe bide.

EW RÊYA BERXWEDANÊ HILBIJARTIYE

Sîdo destnîşan kir ku, ew rêya berxwedanê hilbijartine û got ku, wan biryara têkoşînê heta Efrîn rizgar bibe dane. Sîdo anî ziman ku, ew bi awazê Kemanê xwe tevî gelê xwe li ber xwe dide û wiha axivî, “Bi piştgiriya malbatê li Akedemiya Mûzîkê hînê kemanê bûm. Lêxistina Kemanê ji ber di nava çanda Kurdan de gelek pêş neketiye, di serî de balê min nekêşa. Lê piştre ji bo ku di nava me de jî ev amûr pêş bikeve, eleqeyê min zêde bû. Li navendên Çand û hunerê di serî de min beşên stran û govend hilbijartibû. Lê piştî eleqeya min a li hember amûrê pêş ket, min biryar da ku lêxistina Kemanê pêş bixim.”

LI ŞEHBAYÊ XWE JI NÛ VE BI RÊXISTIN DIKIN

Romîna Sîdo anî ziman ku, piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Kantona Efrînê ew tevî kemana xwe derbasî Kantona Şehbayê bûye û wiha qala pêvajoyê hatina ser hev dike, “Wek endamên Navenda Akademiya Mûzîkê bi êrîşên dewleta Tirk re, em belav bûn. Heta salek me perwerdehiyên xwe li gorî derfetên xwe di malan de berdewam dikir. Carna li malan şevbirk dihatin lidar xistin gel kom dibûn. Piştî demekê me xwe gihand hevrêyên xwe û hejmara me gihişt 25 kesan. Li ser vê bingehê me komek xwe ava kir. Li Kantona Şehbayê piştî Navenda Çand û Huner vebû, bi navê Koma Şehîd Hêva em derbasê xebatê bûn.”

‘BI AWAZÊN KEMANÊ EZ LI BER XWE DIDIM’

Sîdo diyar kir ku, ji ber şert û mercên şer û ambargoyê nekarîne mamosteyek kemanê peyda bikin û got ku, ew li gorî derfetên xwe û zanîna xwe hevrêyên xwe hînê kemanê kiriye. Sîdo da xuyakirin ku, piştî dît şagirtên navendê hînê Kemanê dibin, gelek bi kelecan karê xwe dewam kirine û got, “Rojên pîrozbahiyê ango rojên girîng ên gelê Kurd em derketin ser dike. Niha dibînim ku eleqeya gelek ciwan li hemberî amûra Kemanê pêş ketiye. Ev hest min kêfxweş dike. Keman bûye parçeyek ji jiyana min. Bi awazên kemanê ez li ber xwe didim.”