Ebdo Resûlo bi çêkirina tenbûran pîşeyê bav û kalên xwe didomîne

Ebdo Resûlo yê ku li gundê Ziyaretê ya Şêrawayê dimîne, bi çêkirina tenbûran hem pîşeyê bav û kalên xwe didomîne hem jî debara xwe dike.

Ebdo Resûlo yê ji navçeya Cindirês a Kantona Efrînê ye, piştî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, neçar dibe ku koçî gundê Ziyaretê ya Şêrawayê bike. Ebdo Resûl ligel şert û mercên şer ên dijwar ji bo ku debara xwe bike, bi çêkirina tenbûran pîşeyê bav û kalên xwe dewam dike.

ÇÊKIRINA TENBÛRAN HUNEREKÎ CIVAKÎ YE

Ebdo diyar kir ku, çêkirina tenbûran hunerekî civakî ye û got, “Ji ber ku çêkirina tenbûran hunerekî civakî û pîşeyî yê bav û kalên me ne, li gorî şert û mercên heyî em hewl didin dewam bikin. Her mirov ji bo debara xwe bi karek re mijûl dibe, min jî ev pîşe hilbijart. Dema ku mirov darekî bêteşe tîne û li ser dixebite teşeyekî dide, bêguman kelecanî dibe. Hestek a hilberînê di mirovan de ava dike."

ŞÊWAYÊ ÇÊKIRINA TENBÛRÊ

Ebdo wiha qala şêwaza çêkirina tenbûran dike, “Ji bo ku temena tenbûrê dirêj be û dengê wê xweş be cureyek e daran diyar heye. Mînak darên guzê û tûyê tên bikar anîn. Ji ber rewşa koçberiyê û şert û mercên şer, li gorî derfetên heyî û darên heyî yên kevn hatine birîn, em tenbûran çêdikin. Di destpêkê de dar weke kutik li cem necar tên qutkirin, piştre weke şivikan tên derxisitin. Ew şivikên ku hatine qutkirin ji bo ku nerm bibe, di avê de tên hêştin. Piştî ku demeke dirêj di avê de dimîne li ser qalbê wê tê rêxisitin û tên germkirin. Li gorî wê ew şivik hişk dibe û li ser qalibê hatî danîn teşe digire. Piştre ew şivik tên êgekirin û li gorî çêkirina tenbûrê dîsa tên qutkirin. Di dawiyê de ew şivik bi tûtqalê bi hevdu ve tên zeliqandin û gewdeya esasî ya tenbûrê tê çêkirin.”

Ebdo Resûlo anî ziman ku ji ber şert û mercên koçberî û kêm derfetiyê ew nikarin tenbûrên tên xwestin çêbikin û got ku, heya derfeta wî hebe ew ê vê pîşeyê berdewam bike.