BI DÎMEN

Bakirhan li PE'yê axivî: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûrî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di roja duyemîn a konferansa 'Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd' de axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd tercîhek nîne, mecbûriyeteke.

KONFERANSA KURD

Konferansa 19'emîn a 'Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd' li paytexta Belçîka Brukselê li Parlamenta Ewropayê (PE) di roja 2'yemîn de ye. Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewropa (EUTCC) ve tê lidarxistin.

Di roja duyemîn de bi sernavê 'Li Tirkiyeyê dema nû; astengî û firsendên li pêşiya aştî û çareseriyê' rûniştinek hate lidarxistin û bi moderatoriya Dersim Dagdevîren a ji Kurd-Akadê destpê kir.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan qala hevdîtina ji 4 saetan a bi Rêber Apo re kir û bi bîr xist ku pêvajoya çareseriyê ya beriya niha têk çû û bi wê têkçûnê re şerekî giran destpê kir. Tûncer Bakirhan got, "Bi vî şerî re li nava civakê dijberiyeke cidî hate afirandin. Hiqûq bû amûrek û weke çoyekî kete destê desthilatdariyê. Aborî kete nava krîzeke giran. Zextên li ser partiya me zêde bûn. Hêviyên ji bo aştiyê hema bibêje li ber tinebûnê bûn. Di vê demê de di nava beşên civakê de cihêbûnekê rû da û vê yekê di nava 10 salên dawî de xwe hîn bêhtir nîşan da. Lê belê banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê gelekî girîng e. 10 salên derbasbûyî tecrûbeyên gelekî girîng bi xwe re anî.

'MESELEYA KURD ÊDÎ MESELEYEKE NAVNETEWEYÎ YE'

Meseleya Kurd êdî gihîştiye asta herêmî û navneteweyî. Ne tenê li nava Kurdan li nava hemû pêkhateyên civakî pirsgirêk êdî hatin dîtin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, serxwebûna aboriyê bi çareseriya meseleya Kurd ve girêdayî ye. Ev yek tercîheke siyasî nîne, em vê yekê weke mecbûriyeteke hebûnê dibînin. Ders hene ku divê ji dema bihurî bêne derxistin. Em pêvajoya çareseriyê ya beriya niha bi berfirehî nîqaş dikin. Di vê mijarê de li ser mijarên ku em kêm mane rexnedayina xwe weke partiyê didin. Li gel kêmasiyan hemûyan pêvajoya çareseriyê ya derbasbûyî baweriya civakî û baweriya bi avakirina demokrasiyê afirand. Ji aliyê aramiya aborî ve pêşketineke cidî çêbû. Me dît ku pêvajoya aştiyê pêşî li welêt vedike. Çareseriya pirsgirêka Kurd gelek firsendan bi xwe re tîne."

'ABDULLAH OCALAN JI SALA 1993'AN Û VIR VE LI AŞTIYÊ DIGERE'

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç piştre axivî û li ser Mafê Hêviyê û serdema aştiyê ya gengaz nirxandineke hiqûqî kir. Dînç anî ziman ku Rêber Apo di banga xwe de anî ziman ku ji ber polîtîkaya înkarê ya giran û nebûna azadiya îfadeyê têkoşîna çekdarî destpê kir û diyar kir ku Rêber Apo ji sala 1993'an û vir ve li aştiyê digere, hewl dide Tirkiyeyê bikişîne ser zemîna demokrasî û aştiyê, lê belê li hemberî vê yekê heta niha rêveberiyeke siyasî tine bû ku îradeya çareseriyê nîşan bide.

'TIRKIYE 11 SAL IN GAVÊ NEAVÊJE'

Mazlûm Dînç biryara li ser Mafê Hêviyê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi bîr xist û got, "Dema ku mijar dibe Kurd an jî Abdullah Ocalan hiqûq bi cih nayê anîn. Lê belê niha ev bêhiqûqî li nava hemû beşên civakê belav bûye. Ev bêhiqûqî li dijî Birêz Ocalan destpê kir û wê demê her kesî xwe bêdeng kir. Têkoşîna me dewam kir. Li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin. Piştî Abdullah Ocalan hate girtin, rejîmeke înfazê bi navê 'cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî' hate danîn û bi vî rengî pêşî li ragirtina heta mirinê hate vekirin. Me li hemberî vê têkoşîn meşand û mijar gihand ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê jî di 18'ê Adara 2018'an de biryar da ku ev qanûn sûcê êşkenceyê ye. Lê belê Tirkiye 11 sal in gavê navêje.

'LI GEL BANGÊ JÎ DI MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ GAV NEHATE AVÊTIN'

Piştî ku Devlet Bahçelî di 22'ê Cotmeha 2024'an de qada mafê hêviyê kir, ev yek ket rojeva her kesî. Ya rast Bahçelî qala azadiyê kir. Ji bo Abdullah Ocalan karibe bi rola xwe rabe bang kiribû. Lê belê li gel ku Abdullah Ocalan bang kir jî li ser mafê hêviyê gavek hîn nehatiye avêtin. Bêyî ku bazariyeke siyasî bê kirin diviyabû ev gav bihata avêtin, lê hîn nehatiye avêtin.

'DI BINGEHA PÊVAJOYÊ DE AZADIYA ABDULLAH OCALAN HEYE'

Abdullah Ocalan di banga xwe ya dawî de balê dikişîne ser, dibêje; eger ev pêvajo têk biçe wê windahiyên giran rû bide. Ev pêvajoya ku Abdullah Ocalan bi înîsiyatîf rabûye, dibe ku şensê dawî be. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyariyê rabe. Pêvajoyeke ku her kes dikare berdêlên giran bide. Divê ev yek bê dîtin, înîsiyatîfa pêvajoyê ji desthilatdariyê re neyê hiştin. Di bingeha meşandina vê pêvajoyê de azadiya Abdullah Ocalan heye. Ji bo vê jî berpirsyariya Ewropayê jî heye. Li gel ku xwedî wan saziyan e ku dikare li hemberî bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan helwestê nîşan bide, me di vê mijarê de gavek nedît ku hat avêtin. Divê saziyên pêwendîdar bi berpirsyariyê rabin, ji bo demokratîkbûnê helwesteke teşwîqkirinê nîşan bidin."

Rûniştin bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.