ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk 2 gundên li rojavayê Kobanê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Elecaxê û Xerab Eto yên li rojavayê Kobanê bi çekên giran topbaran dike. -
Li Tebqayê embara genim û santrala elektrîkê hate bombekirin
Dewleta Tirk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê dibe ser binesaziyên sivîl ên herêmê, bombe li embara genim û strasyona elektrîkê ya li Tebeqayê barand. -
Çalakgerên li Tişrînê: Em bendava xwe diparêzin
Girseya gel a ku li Bendava Tişrînê li dijî dagirkeriyê di nava berxwedanê de ye, di roja duyemîn de diyar kir ku wê heta hetayê di berxwedanê de israr bike. -
Gel li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da: Em ê heta dawiyê bi hêzên xwe re bin
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gel êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê xwe gihandin Bendava Tişrînê ku rê li ber karesateke mirovî bigirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê gotin, "Em ê heta dawiyê bi hêzên xwe re bin." -
Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 70 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di êrîşên 24 saetên dawî de yên Îsraîlê herî kêm 70 kes hatin kuştin. -
TCŞ'ê şehîdê xwe Azad Ferhan Mihemed bi bîr anî
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) endamê xwe Azad Ferhan Mihemed ku di êrişa dewleta Tirk a li Tişrînê şehîd bû bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. -
Li Bendava Tişrînê tililiyê dayikan û dengê daholê bilind dibe
Bi hezaran kes ji bo piştgiriya QSD û YPJ'ê li Bendava Tişrînê di nava şert û mercên herî zehmet û di bin êrîşên giran de berxwedaneke bêhempa dikin. -
Navê sivîlên li Tişrîn û Kobanê şehîd bûn hate eşkerekirin
Navê 5 sivîlên li Tişrînê û gundê Girkê yê Kobanê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn hate eşkerekirin. -
Jinên Kobanê piştgiriya gelê Bakur silav kir
Jinên Kobanê diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ser axa xwe bibin û di sala 2014`an de bi hev re çawa DAÎŞ têk birin, ew ê dagirkeriyê jî bi hev re têk bibin. -
Çeteyan li Tişrînê derba giran xwarin: 63 çete hatin kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku doh êrişeke giran birin ser bendava Tişrînê û derdora wê, derbeke giran xwarin. Hate ragihandin ku 63 çete hatin kuştin, 37 çete jî birîndar bûn. Her wiha gelek wesayitên leşkerî jî hatin îmhakirin. -
Dagirkeran bombe li Tişrînê barandin
Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi SÎHA'yan bombe li derdora Bendava Tişrînê barand. -
Rêveberiya Xweser bertek nîşanî êrîşa li ser karwana Tişrînê da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk armanckirina gelê ku ji bo parastina Bendava Tişrînê diçûn herêmê şermezar kir û hişyarî da ku eger êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam bikin wê karesateke mirovî û jîngehî rû bide. -
QSD: Li Bendava Tişrîn û gundên Minbicê 37 çete hatin kutin
Navenda Ragihand û Çapemeniya QSD’ê ragihand ku di encama bersivdana êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Bendava Tişrîn û gundên Minbicê zêdetirî 37 çete hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin. -
Di êrîşa li ser karwana gel de rêvebera Zenûbiya şehîd bû
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser karwana gel de yek ji rêveberên meclîsên wan Kerem Ehmed Şehabî El Hemed şehîd bû. -
Rêwiyên Tişrînê li ser bendavê dest bi nobetê kirin
Bi hezaran kesên ku tevî êrîşên rasterast ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bo parastina Bendava Tişrînê hatin, bi israr û wêrekî li ser bendavê nobeta şevê dan destpêkirin. -
Cenazeyê 3 şehîdan li Helebê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG’ê Tolhildan Egîd, Elî Çîçek û şervanê QSD’ê Can Efrîn li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin veşartin. -
Çalakvanên li Tişrînê bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku êrîşan rawestîne
Çalakvanên ku gihiştin Bendava Tişrînê, piştgiriya xwe ya ji bo hêzên QSD’ê diyar kirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin berpirsyariyên xwe bi cih bîne û êrîşan rawestîne. -
Dewleta Tirk kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir: Karkerek şehîd bû
Dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kargeha tamîrkirina wesayîtan bombebaran kir. Di bombebaranê de karkerek hate qetilkirin û 5 karker jî birîndar bûn. -
Dîmena xistina SÎHA ya bi tîpa Bayraktar a li Tişrînê hate weşandin
QSDˋê dîmena balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 ya dewleta Tirk ku duh li herêma Bendava Tişrînê hate xistin, parve kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Dêrikê de welatiyek hate qetilkirin û yek jî birîndar bûye û di bombebarana li ser Kobanê de jî endamekî wan birîndar bûye. -
QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin
QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê Bendava Tişrînê hatine têkbirin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê wesayîtekî welatiyan bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker li ber xweringeha Dicle a dikeve Başur û Rojhilatê Kobanê wesayîtek welatiyan bombebaran kir. -
Gundekî başûrê Kobanê tê topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Toraman yê Başurê Kobanê topbaran dike. -
Meşa ber bi Tişrînê ve destpê kir
Girseya gel a ku ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ket, piştî êrîşa SÎHA ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket. -
Konvoya gel a diçû Tişrînê hate bombekirin: Şehîd û birîndar hene
Konvoya gel a ku diçû Bendava Tişrînê ji aliyê balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku di êrîşê de 3 welatî şehîd bûne û 15 welatî birîndar bûne.