QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin

QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê Bendava Tişrînê hatine têkbirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê ragihand ku hemû êrîşên bejahî û hewayî yên li ser başûrê rojhilatê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê hatin têkbirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin û wiha hate gotin, “Gelek wesayîtên çeteyan hatin îmha kirin. Em ê di saetên pêş de daxuyaniya berfireh a li ser encamên berxwedana hêzên me ya li dijî çeteyan bi dîmenan parve bikin.”