Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan şermezar kir

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Dêrikê de welatiyek hate qetilkirin û yek jî birîndar bûye û di bombebarana li ser Kobanê de jî endamekî wan birîndar bûye.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, derbarê bombebaranên ku îro li Dêrikê û Kobanê bi balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker pêk hatin de, daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Îro danê sibehê, (8’ê Çile, roja Çarşemê) balafireke bê mirova dewleta Tirk a dagirker, li gundê Girkê Xûco yê bajarê Dêrikê, otomobîleke sivîl a bi cureyê Hyundai-Santafe û bi rengê sipî bombebaran kir. 

Di encama bombebarana ku 2 caran pêk hat de, sivîlekê jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî giran e.

Di êrîşeke din de balafireke bêmirov a artêşa Tirk li navenda Asayîşa Girik a gundewarên Kobanê seyareyek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de endamekî me yê bi payeya efserî birîndar bû. Hevalê me yê birîndar rakirin nexweşxaneya Kobanê û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Em wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van êrîşên ku sivîlên bêparastin, binesaziyê dikin hedef û binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî ye, bi tundî şermezar dikin. Em pabendbûna xwe ya bi parastina gelê xwe û rûbirûbûna kêşeyên heyî teqez dikin.”