ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê hişyar kir: Ji ber êrişên dewleta Tirk dibe ku Bendava Tişrînê hilweşe
QSD'ê hişyarî da ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker metirsiya hilweşîna bendava Tişrînê zêde bûye û diyar kir ku eger karesateke mirovî rû bide wê dewleta Tirk berpirsyar be. -
Bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê
Ji Tebqa, Reqa û Cizîrê bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê dibe ser herêmê. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Pira Qereqozaxê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bombeyan li Pira Qereqozaxê dibarîne. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê bombe li wesayitekê barand
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Girikê yê li başûrê Kobanê bombe li wesayiteke sivîl barand. -
Li Tişrînê 2 wesayitên doçka li ser hatin îmhakirin
Bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer, SÎHA û topan a li ser Bendava Tişrînê û derdora wê dewam dike. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 wesayitên doçka li ser îmha kirin. -
Li Tişrînê şerekî giran diqewime
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Tişrînê ku demeke dirêj e hewl dide dagir bike. Bi bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re şerekî giran destpê kir. Dagirker her wiha bombeyan li gelek deveran dibarînin. -
Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin
Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin. -
Xerîb Hiso: Divê Iraq ji bo dîtina dîlên Êzidî komîteyekê ava bike
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku rewşa nediyar a li Sûriyeyê bandorê li Iraqê jî dike. Hiso diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê dawî li tifaqên xwe yên bi dewleta Tirk re bîne û ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî bikeve nava hewldanê. -
Li Til Temirê wesayîta leşkerî û tankek hat rûxandin
Yekîneyê Hewayî yên Şehîd Harûn li çoltera Til Temirê wesayîtek leşkerî û tankek ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûxand. -
Rêveberiya Xweser ji bo Bendava Tişrînê banga çalakiyan kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk got, "Eger Bendava Tişrînê ji xizmetê derkeve wê karesateke mezin rû bide” û banga çalakiyan li gel kir. -
Dewleta Tirk li Kobanê stasyona înternetê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qereko yê Kobanê stasyona înternetê bombebaran kir. -
QSDˋê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
QSDˋê nasnameya 4 şervanên azadiyê yên ku li Sirîn û Minbicê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî de şehîd bûn, ragihand. -
Cenazeyê fermandara YPJ’ê bi merasîmekî bi heybet hat veşartin
Cenazeyê yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Bêrîtan Şoreş ku di 4’ê Çileyê de şehîd bibû, bi merasîmekî bi heybet li Dirbesiyê hat veşartin. -
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Tişrînê ve bimeşin
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ber bi Bendava Tişrînê ku di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî de ye bimeşin. -
Li Reqayê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên 2 şehîdan li Reqayê li ber dirûşman hatin veşartin. -
Xelkê Tirbespiyê ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiya
Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi QSD'ê re meşiyan. -
Gelê Kobanê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir
Gelê Kobanê ji bo silavkirina berxwedana bakurê Kurdistanê daxuyanî da û got, "Em ê bi hev re serketinê pêk bînin." -
Şandeya Şengalê serdana Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir
Şandeya Şengalê ku ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêk tê li seranserî Rojava serdana Mala Êzdiyan a Cizîrê kir. -
QSD: Êrîş hatin şikandin, bi dehan çeteyên SMO'yê hatin kuştin
Şervanên QSD'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên SMO'yê yên li ser Tişrînê şikandin. Di şer de bi dehan çeteyên SMO'yê hatin kuştin, 2 wesayitên zirxî û 10 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin. -
Şêniyên Kobanê: Em li pişta hêzên xwe ne
Şêniyên Kobanê yên beşdarî pêngava seferberiyê bûne, diyar kirin ku ew ê weke jin, mêr, kal û pîr, zarok û ciwan ji bo vê axê rabin ser piyan û xwedî li axa xwe derkevin. -
Ji lehengên Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê re
Lehengên Pira Qereqozaxê û Bendava Tişrînê; hûn parêzvanên jiyana azad a şoreşa mirovahiyê ne. Dengê dilê bi milyonan mirovî temsîl dikin. Şoreşa ku bi kedeke mezin hatiye avakirin, hûn bi canê xwe wê diparêzin. -
QSD: Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku li gundên bakurê Bendava Tişrînê bi dehan çete hatin kuştin, bi dehan wesayîtên zirxî hatin rûxandin û got: “Em serkeftina xwe ya îro diyarî gelê xwe dikin.” -
Komxebata Diyalogê: Modela Rêveberiya Xweser dive li tevahiya Sûriyeyê were pêkanîn
Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê encamnameya Komxebata Diyalogê ku 5’ê Çileyê lidarxist eşkere kir. -
Cenazeyên berxwedêrên Tişrînê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên QSD’ê Ednan Yehya û Hemze El Hebîb yên ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bibûn, hatin veşartin. -
Dewleta Tirk bombeyan li 2 gundên Kobanê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bi obusan bombeyan li gundên Cadê û Sêvê yên Kobanê dibarîne.