Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin

Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

Bendava Tişrînê ku zêdeyî mehek e di bin êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne, bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ye. Rêveberiya Xweser hişyarî da ku ev bendava ji bo elektrîka herêmê gelekî girîng e, li ber teqînê ye. Eger bendav biteqe ji Reqa û Tebqayê heta bi Iraqê gelek zeviyên çandiniyê dikarin di binê avê de bimînin.

Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk bang li sazî û hêzên navneteweyî kir. Di heman demê de bang li gel kir ku ji bo parastina bendavê û piştgiriya bi şervanên QSD'ê yên li ber xwe didin, bikeve nava liv û tevgerê.

Piştî vê bangawaziyê ji Hesekê bi sedan kes serê sibehê bi rê ketin û berê xwe dan bendavê.

Di serî de Reqa û Tebqa gelên Kantona Firatê jî tê ber bi bendavê ve biçe.