Bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê

Ji Tebqa, Reqa û Cizîrê bi hezaran kes diçin Bendava Tişrînê ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê dibe ser herêmê.

Bi hezaran kesên li kantonên Reqa û Cizîrê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û xwedîderketina li QSD'ê ya ku li dijî êrîşan li ber xwe dide, diçin Bendava Tişrînê.

Xelkê Tebqayê jî ji bajarê Mehmûdlî yê li bakurê herêmê bi rê ket û tevlî karwana ji Reqa û Cizîrê bû û ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket.

Li ser banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes, bi sedan wesayitan berê xwe dane Bendava Tişrînê.

Di vê navberê de ji Kantona Firatê Jî bi hezaran kesî berê xwe dan Bendava Tişrînê û bi rê ketin.