BI DÎMEN

Gelê Kobanê piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir

Gelê Kobanê ji bo silavkirina berxwedana bakurê Kurdistanê daxuyanî da û got, "Em ê bi hev re serketinê pêk bînin."

Ji bo silavkirian berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê îro gelê Kobanê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Kobanê careke din paşeroja me diyar dike. Kobanê bi berxwedana xwe li tevahî dinyayê daye naskirin û bi yekîtiya tevahî Kurdistanê Kobanê bû berxwedêr. Kobanê bû yekîtiya hemû mirovahiyê. Ew yekîtî bi xwe re tevahî hêzên terorê tune kir. Hemû xebat û serketina Kobanê deng da cîhanê. 

Li goristana Şehîd Dîcle bi sedan nasnameyên cuda yên Kurdistanî hene. Di nav muzexaneya Malbatên Şehîdan de dîmenê hevalên ji Dîlok, Amed, Pirsûs, Semsûr, Mahabad, Hewlêr, Silêmanî û hemû bajarên Kurdistanê hene. Van hevalan di şexsê berxwedana Kobanê de yekitî ava kirin. Di şexsê van lehengan de yekbûna gelê Kurdistanê pêk hat.

Dibêjin Kurdên Sûriyeyê û Kurdistana Tirkiyeyê, lê bila bizanibin ku Kurdistan yek reng û yek deng e. Ew jî bi berxwedana gelê Kobanê û berxwedana serxet û binxetê re çêbû. Ew berxwedana ku di sala 2014'an de pêk hat, bi piştgiriya hemû gelê Kurdistanê re çêbû. Bi taybetî jî gelê Bakur ji Pirsûsê heta Semsûr û Amedê her kes seferber bû û cihê xwe di nav berxwedanê de girt. Ji Kobanê rimrima azadiyê dihat. 

Em wek gelê Kobanê tenê spasiya gelê xwe ji gelê Bakur nakin, em wan ji dil û can hembêz dikin. Berxwedana wan ji dil û can silav dikin.  Bi hebûna hêza me û di şexsê sekna wan de berxwedan car din geş dibe. Mezinbûna Kobanê ji ber sekna wan e û bi sekna 1`ê Mijdarê re pêk hat. Dewletên ku Kurd nas nedikirin, îro Kurdan nas dikin. Gelê me yê Bakur û DEM Partî heta dawî li ber xwe dan, Ew bûn roj û li asîmanên hilhatin û şewqa xwe dan Kurdistanê. Bi helwesta gelê Bakur îro serkeftin misoger e. Em ji pêvajoyekê pir hesas derbas dibin. Divê em bi hev re vê qeyranê derbas bikin û bi hev re têbikoşin.

Çawa ku me di 26`ê Çileya 2015'an de serkeftin misoger kir, em dikarin carekê din bi deng dayîna Kobanê û hemû Kurdistanê serbikevin. Em gelê xwe yê Bakur silav dikin. Ew sekna ku bi banga seferberiyê re ref bi ref derbasî Kobanê bû, serkeftin mîsoger kiribû û em ê cardin bi wê seknê serbikevin. Roja serkeftinê ye, ji ber vê em ê serkeftinê misoger bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de gelê Kobanê dirûşmeyên, 'Bijî Berxwedana gelê Kurd' û 'Bijî Berxwedana Rojava' berz kir.