Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, têkildarî bandora rewşa Sûriyeyê li ser Şengalê û Êzidiyan, rewşa jin û zarokên winda yên Êzidî ji ajansa me ANF’ê re axivî.
‘HEVSENGIYÊN BERÊ HILWEŞIYAN LÊ YA NÛ FIKARAN ÇÊDIKE’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, diyar kir piştî hilweşîna rejîma Baas’ê, hevsengiyên bere jî hilweşiyane û têkildarî mijarê wiha axivî: “Di nava vê mehê de gelek guhertin rûdan û hevsengiyên berê guherîn û yên nû tên çêkirin. Herkes ji bo siberoja Sûriyeyê bi fikare û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk jî liv û tevgereke mezin heye. Piştî hilweşîna rejîma Baas’ê HTŞ’ê hate ser desthilatê. Ji ber kiryarên wan ên li Idlibê û ji ber HTŞ’ê di lîsteya terorê de ye herkes bi fikar e. Hatina vê komê metirsî ji bo hemû civak û pêkhateyên etnîk û baweriyan ên li Sûriyeyê dijîn çêkir. Piştî hatin ser desthilat jî ti aramiyek li Sûriyeyê çênebû û heya niha jî ne diyare wê aramî pêk were an na. Herkes dixwaze rewşa Sûriyeyê fêm bike û nas bike. Ji ber vêya gelek serdan ji welatên cîran û heta di asta navnetewî de jî li Sûriyeyê çêdibin. Herkes dixwaze niyeta dibin vê guhertina çêbûye de fêm bike. Raste di şekil û şemala wan de guhertin çêbûye, lê me hîn jî guhertin di kiryarên wan de ne dîtiye.”
‘IRAQ JÎ DIBIN METIRSIYEKE MEZIN DE YE’
Xerîb Hiso, da zanîn rewşa li Sûriyeyê rû da, bandorê li hemû welatên cîran jî dike û wiha pêde çû: “Rewşa li Sûriyeyê rû da, bandorê li welatên cîran jî dike. Em bawerin ku hikûmeta Iraqê ji vê rewşa rû daye ne raziye. Ji ber Iraq jî dibin metirsiyeke mezin de ye. Zêdetirî 20 sale Iraq di nava nakokî û rewşeke nebaş de ye. Di sala 2024’an de DAÎŞ’ê êrîşên mezin li Iraqê pêk anîbû. Hêzên li Şengalê bûn parastina Êzidiyan nekirin û rewşa li Şengalê rû da. Di dema êrîşên DAÎŞ’ê de civak bi tenê hat hiştin. Civaka Êzidî di komkujiyeke mezin re derbasbû. Hîn jî gelek jin û ciwanên Êzidî yên dîl ketine destê çeteyan windane û beşeke zêde ya wan jî li Idlibê li herêmên dibin kontrola HTŞ’ê de ne.”
‘DIVÊ KOMÎTEYEK JI BO DÎTINA DÎLÊN ÊZIDÎ WERE AVAKIRIN’
Hiso, li hemberî xemseriya hikûmeta Iraqê ya ji bo nedîtina Êzidiyên dîl nerazîbûna xwe nîşan da û wiha domand, “Rayedarên Iraqî tên Şamê pirsa mirovên xwe ji HTŞ’ê dikin, lê pirsa Êzidiyan nakin. Ma Êzidî ne hemwelatiyên Iraqê ne? Bi rastî ev yek zora mirov diçe. Gelek jinên Êzidî winda ne û piranî jî li Idlibê û derdora wê ne. Hikûmeta Iraqê berpirsyariya xwe ya di ber dîlên civaka Êzidî de nabîne. Divê hikûmeta Iraqê ji bo dîl û windahiyên Êzidiyan komîteyek ava bike û li herêmên berê dibin kontrola HTŞ’ê de bûn li wan bigere û peyda bike. Eger Iraq tiştek bi vî rengî bike, wê ya rast bike. Eger vêya neke, dê were wê wateyê ku erka xwe bi cîh nayêne. Eger Şengal rizgar neba, wê Mûsil jî rizgar neba û dê artêşa Iraqê jî venegeriyaba wê herêmê. Ji bo Iraqeke aram çêbibe, divê bikevin nava hewldanek bi vî rengî. Heta saziyên Êzidî jî dikarin di vê mijarê de bikevin tevgerê û saziyên navnetewî jî bixin tevgerê. Herkes ji bo windahî û heta girtiyên xwe yên di zîndanên rejîmê de hewldanê didin, lê ji bo Êzidiyan ti hewldanek nakin. Eger ev hewldan neyê kirin, wê metirsiya li ser civaka Êzidî dewam bike.”
DIVÊ PARASTINA ŞENGALÊ WERE XURTKIRIN’
Hiso, bal kişand ku metirsiyên li ser civaka Êzidî didome û ev tişt gotin, “Divê parastina Şengalê were xurtkirin. Siberoja Sûriyê hîn ne diyare, siberoja herêmê jî girêdayî rewşa Sûriyeyê ye. Eger destwerdanên dewleta Tirk a dagirker a li ser Sûriyeyê dewam bike, wê aramî li Sûriyeyê û herêmê jî pêk neyê. Dewleta Tirk li dijî demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Li dijî îradeya gelê Kurd û îradeya gelên herêmê û civaka Êzidî ye. Ji bo Sûriye aram be divê Sûriyeyeke demokratîk çêbibe. Em jî bi vê hêvî û baweriyê têdikoşin.”
‘DIVÊ IRAQ HEVKARIYA BI DEWLETA TIRK RE BI DAWÎ BIKE’
Xerîb Hiso, ji ber hevkariya Iraq û dewleta Tirk ev hişyarî kirin: “Dema rejîma Esad li ser desthilatêbû hemû welatên herêmê pêre di peywendiyê de bûn. Iraq jî tifaqên xwe bi rejîmê re, Îran û Tirkiyê re hebû. Armanca van hevkariyan çi bû, li ser rewşa Sûriyeyê bû. Tifaqên navbera dewleta Tirk û Iraqê de çêdibûn, li ser esasê rewşa Sûriyeyê bû. Lê rejîm hilweşiya, hemû tifaqên li ser Sûriyeyê çêbûbûn jî divê hilweşin. Divê Iraq, tifaqên bi rejîma Sûriyeyê re îmzekiribû, êdî pêk neye ne. Yên bi dewleta Tirk re jî divê hilweşîne. Eger Iraq bi van tifaqan dewam bike, wê lawaz bibe. Li Tirkiyeyê berdêla van gel dide, eger Iraq berdewam bike wê ew jî bedela wê bide. Lê eger vê tifaqê hilweşîne, wê bihêz bibe.”
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, destnîşan kir ku eger Iraq îradeya gelên Iraqê û bi taybet jî ya civaka Êzidî nas bike, wê bikare xwe ji rewşeke metirsîdar rizgar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê eger mafê hemû pêkhateyên li Iraqê nas bike ku di serî de jî civaka Êzidî û Şengal tê, wê dewleta Tirk nekare êdî li Iraqê bixe. Niha Iraq bê hêze û ne xwedî hêzeke leşkerî ye. Parastina wê ya ezmanî nîne û balafirên wê yên şer jî nîne. Ev jî ji ber tifaqên wê yên bi dewleta Tirk re ye. Dewleta Tirk, dewleteke lawaz û bê parastin li gel xwe dixwaze. Tiştê ku anîn serê Iraqê niha tînin serê Sûriyeyê jî. Hemû çekên wan yên ezmanî têk çûn. Hemû mûşekên ji bo parastina ezmanê Sûriyeyê hatin bombebarankirin. Kî vêya dixwaze, helbet di serî de dewleta Tirk vêya dixwaze. Ji bo ev dewlet nekarin parastina xwe bikin û aloz bin, bi vî awayî dikin. Niha li Sûriyeyê tenê kalaşnikov hiştine ku ew jî çekeke ferdî ye. Eger ew tifaq bi dewleta Tirk re dewam bike, wê fitne û heta şerê navxweyî jî li Sûriyeyê rû bide. Ji bo ev yek pêk neyên divê ev tifaqên bi dewleta Tirk re çêkirine, bên bidawîkirin û hilweşandin. Eger Iraq dixwaze bihêz bibe, divê ne li van tifaqan, li civaka xwe vegere. Ev tifaq ji bo tinekirin û qirkirinê ne. Di cewhera xwe de siyaseta qirkirin, talankirin û destwerdanê dihewîne. Divê Herêma Kurdistanê jî êdî bawerî bi van tifaqên berê neye ne. Ji ber nexşeya sedsala borî têk diçe û tine dibe. Nexşeya sedsala nû wê zêdetir xwe bispêrin peymanên civakî yên navbera gelan de. Yên berê li ser şer û qirkirinê bûn. Divê rûpeleke nû vebe û ev jî bi tifaqek navbera gelan de çêbibe. Tifaqa rast tifaqa bi gelan re ye, ne ya bi dewletan re ye. Lê bêgûman tifaq bi dewletan re jî dikarin di çarçoveya parastina berjewendiyên gelan de çêbibin.”
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, bal kişand ser rewşa ne diyar a li herêmê û ji Iraqê xwest ku rewşa Êzidiyan zelal bike. Xerîb Hiso got, “Her çend rewşek aram hebe jî, siberoj wê çi bibe ne diyare. Lewma pêwîste hikûmeta Iraqê rewşa Êzidiyên Şengalê bigire dest û çareser bike. Nabe bi çaveke biçûk li Êzidiyan binêre. Ne naskirina Êzidiyan binpêkirina hiqûq û qanûn e. Raste Şengal parçeyeke Iraqê tê dîtin, lê xweserî û taybetmendiyên wê yên olî û netewî jî heye. Iraq gelek hêzên xwe yên leşkerî li Şengalê bicih kiriye û giraniya xwe daye wir. Bi vê re dixwazin Êzidiyan bitirsînin. Ev jî nîşan dide ku siberojeke tarî ji bo Êzidiyan tê pêşbînîkirin. Ev jî çavkaniya xwe ji tifaqên bi dewleta Tirk re digire. Eger ev tifaqên li gel dewleta Tirk werin hilweşandin, neçarin rewşa Êzidiyan li ber çavan re derbas bikin û civaka Êzidî jî weke civakek, ol, netew û çandeke herî kevnar bibîne.”