Cenazeyê fermandara YPJ’ê bi merasîmekî bi heybet hat veşartin
Cenazeyê yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Bêrîtan Şoreş ku di 4’ê Çileyê de şehîd bibû, bi merasîmekî bi heybet li Dirbesiyê hat veşartin.
Cenazeyê yek ji fermandarên eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Bêrîtan Şoreş ku di 4’ê Çileyê de şehîd bibû, bi merasîmekî bi heybet li Dirbesiyê hat veşartin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo ji bo veşartina cenazeyê Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Bêrîtan Şoreş (Salih Ebdullah) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê merasîm li dar xist. Şehîd Bêrîtan Şoreş (Xalîde Salih Ebdullah) di 3'yê Çileyê de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bû.
Di merasîmê de bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Zirganê, koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, endamên saziyên sivîl û meclis û tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.
Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Waşûkanî Şêxa Ehmed sersaxî da malbata şehîd Bêrîtan Şoreş û soza şopandina rêya wê dubare kir.
Berdevka YPJ'ê Rûksen Ehmed diyar kir ku armancên êrîşên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sriyeyê têkbirina vîna gelan û projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e.
Rûksen Ehmed got: "Berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJ'ê ya li pira Qereqozax û Bendava Tişrînê di dîroka gelên herêmê de berxwedaneke dîrokî ye. Şehîd Bêrîtan li ser şopa xwişkê xwe û birayê xwe yên ku canên xwe ji bo rizgariya welat feda kirine, beşdarî vê berxwedanê bû."
Rûksen Ehmed soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hat veşartin.